Li bakurê Sûriyeyê nîjadperestiya tirk

HELEB - Li Babê, dewleta Tirkiye bi hemû sazî û partiyên xwe projeya qirkirine dimeşîne. Diyanet, MHP û Hêzên Çekdar ên Tirk, kurd û ereban ji heremê derdixin û weke mala xwe bikar tînin.

Dewleta Tirkiye bi riya hemû sazî û partiyên xwe li Cerablûs, Ezaz û Babê dixwaze demografiya heremê biguherîn e. Ev car jî di serî de MHP bi komeleya Ocaxên Ulkuyan a nîjadperest, leşkeran û Diyanetê li heremê bi cih dike û tenê bi tirkmenan re civînan li dar dixe. Dewleta Tirkiye ku ji Cerablûsê heta Babê dixwaze paqijiyê bike, di serî deereb û kurdan ji heremê derdixîne û ji Hama, Ozbekîstan û Pakîstanê malbatan tîne û bi cih dike.

NÎJADPERESTIYA BI RIYA ULKU OCAXKLARIYAN

Li Cerablûs, Ezaz û Babê, di civînekî de ku ala tirk, Ulku Ocakları û Lîwa Muntasir Bilah bi hev re li avahiyê hatin daliqandin. Bi taybetî di nav komên tirkmen de civînan li dar dixin. Di 15’ê Hezîranê de bi beşdarbûyîna çeteyên Lîwa Muntesir Bilah û saziya “Ulkucu Ocaklari” civînek hat çêkirin. Hat ragihandin ku armanca civînê ew e ku li herêmê bandora tirkmenan zêde bike û herêmê bikin herêma tirkmenan.

Serokê Ulkucu Ocaklari Olcay Kilavuz berê jî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku herêma bakurê Suriyê ne herêma ereb û kurdan e, heremeke tirkmenan e.

DIYANET JÎ KET DEWRÊ

Ev hewildan ne tenê ji hêla MHP, Ulkucu Ocakları û artêşa tirk ve tê kirin, Weqfa Diyanetê ya dewleta tirk jî ketiye dewrê. Ev car jî li bajarê Cerablûsê di mizgefta navenda bajêr de dema rêveberên Diyanetê bi tirkmenan re civînekê çêdikin wêneyek hatiye kişandin. Dîsa li Babê jî, Mizgefta Umer Bîn Hatep ya ku ji ber bombardimana balafirên şer a dewleta tirk hatibû xirakirin, ji nû ve hat vekirin. Tê gotin ku li Babê ev mizgeft ya herî mezin û navdar e.

MIZGEFTÊ BOMBEBARAN KIRIN Û PAŞÊ PERE JI GEL STENDIN Û MIZGEFTÊ ÇÊKIRIN

Çavkaniyekî ji heremê agahî da û diyar kir ku ev mizgeft ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hatibû hilweşandin û da zanîn ku piştî leşkerên tirk ketin bajêr, ev car jî ji hêla hin saziyên sivîl ên ji Tirkiyê hatin tevî eşkeran re pere kom kirin. Heman çavkanî dest nîşan kir ku piştî komkirina pereyan a ji niştecihên Babê, weke ku ji hêla Weqfa Dîyanet a Tirk ve hatibe çêkirin, di 28’ê Gulanê de careke din vekirina mizgeftê hate kirin.

LEŞKERÊN TIRK XANIYAN WEK MALÊN XWE BI KAR TÎNIN

Piştî ku bajarên Bab, Cerablus û Ezazê ji hêla artêşa tirk û komên çeteyan ê Mertalê Firatê ve hatin dagirkirin, ev car jî kurd û ereban ji xaniyên wan tên derxistin û weke navendên xwe bi kar tînin. Çavkaniya ku wêne bi me re parve kir, anî ziman ku leşkerên tirk bi kincên leşkerî di nava bajêr de digerin û xaniyên fireh û cihên stratejik bi zorê didin vala kirin û weke ku êdî xaniyê wan be bi kar tînin. Hemwelatiyekî bi navê A.K. jî ji Cerablûsê ragihand ku leşkerên tirk nêzîkatiyên nexweş li dijî pêkhate û gelên ereb nîşan didin. A.K., wiha got: “Ji ber van nêzîkatiyan, gelê ereb jî ji bo bi van pêkanînan rû bi rû nemînin, xwe hînî çend peyvan tirkî kirine da ku xwe weke tirkmenan nîşan bidin. Leşkerên tirk, dibêjin ‘em çi bikin êdî kes nikare tiştekî bêje’. Jixwe derxistina kurd û ereban a ji malên wan vê yekê nîşan dide. Ketina leşkerên tirk û komên çeteyan a bajêr ji hêla niştecihên bajêr ve weke dagirkerî tê qebûl kirin. Pir ji dewleta tirkan aciz bûne.”

Jixwe gotinên A.K. ji nivîs û dîmenên ku ji hêla leşkerên tirk ku li bajarê Cerablûsê tên kişandin û li ser tora civakî tên belavkirin piştrast dike.

Li bajarê Cerablûsê, gelek caran niştecihên heremê bi xwepêşandan û çalakiyên cur bi cur pêkanîn û diziya çeteyên Mertalê Firatê şermezar kiribûn û rastî mudaxeleya leşkerên tirk hatibûn.

Erdogan Altan-dihaber