'Bila ji bo penaberan rêyên ewle bên vekirin'

ÎZMÎR - 20'ê Hezîranê roja Penaberên Cîhanê hatiye qebûlkirin. Bi minasebeta vê rojê Rêveberê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahin, xwest ji bo penaberan rêyên bi ewle bên vekirin û penaber karibin bi riyên ewle derbasî welatên din bibin.

20'ê Hezîranê roja Penaberên Cîhanê hatiye qebûlkirin. Her sal bi sed hezaran penaber ji welatekî derbasî welatê din dibin. Bi hezaran welatî di rêde noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Ji ber şer xizanî, birçîbûn, wêderkirin û tundiyên nijadî û baweriyê bi sed hezaran mirov her sal ji cihê xwe koçber dibin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser ruyê cîhanê 65 milyon penaber hene. Penaberên ku ji cih û warên xwe koç dikin mafê wan ê tenduristî, perwerde, xwarin, vexwarin û stargeh tê binpêkirin. Li ser navê "Rêwîtiya heviyê" bi hezaran penaber di rê de jiyana xwe ji dest didin.
Li gorî daneyan, di sala 2014'an de 3 hezar û 500, di sala 2015’an de 5 hezar û 500 penaber di Derya Spî de noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberiya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistinên Koçberiya Navneteweyî (IOM), di sala 2016’an de 5 hezar penaber di deryayê de xeniqîn. Li gorî komeleya Alman a penaberan Pro Asyl disala 2017'an de hezar û 364 penaber di deryaya spî de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên NY'ê heta niha di Deryaya Spî de Akdenizê hezar û 300 penaber winda ne.
Herî zêde penaber dema ji Efîqeya Bakur derbasî Ewropa dibin di deryaya Spî de jiyana xwe ji dest didin. Heri zede penaber li sînorên Libya, Tirkiye û Efrîqa di Derya Spî de jiyana xwe ji dest didin.

KES BI DILDARÎ KOÇ NAKIN

Cîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahin, anî ziman ku ji welatên Sûriye, Efganîstan, Libya û welatên Afrikayê tu mirov bi dildarî ji cih û warên xwe koç nakin û wiha got: "Mirov ji ber şer cih û warên xwe terk dikin. Ji bo di nava stantardên asayî yên jiyanê de bijîn cihê xwe terk dikin. Niha tenê li Tirkiye zêdeyî 3 milyon penaber hene. Li kampên penaberan ên komî 300 hezar penaber hene. Li gorî daneyên ne fermî nêzî 4 milyon penaber li Tirkiye hene. Tu welatên ewropa bi qasî Tirkiye penaberan nagire nava xwe.

‘WELATÊNK CÎHANÊ ÇAVÊN XWE DIGIRIN'

Şahin, anî ziman ku Tirkiye tenê penaberên ji Ewropa tê wan wekî penaber qebûl dikim. Yên ji Sûriye û welatên din jî tên wekî mêvanên demî qebûl dikin. Tirkiye û Ewropa li ser penaberan polîtîka pêş xist. Tirkiye û ewropa penaber li dijî hev wekî çek bikar anîn. Tirkiye û Ewropa li ser penaberan peyman îmze kirin. Penaber li hemberî 3 milyar Euro dîsa li Tirkiye vegerandin.

Şahîn, da zanîn ku gorî zagonên Yekîtiya Ewropa û Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Ewropa û NY'ê divê mafê penaberan bê parastin û xwest êdî mafê penaberan bê parastin û ji bo penaber bi ewle derbas bibin rêyên ewle bên avakirin û penaber karibin bi ewle ji welatekî derbasî welatê din bibin. Şahîn anî ziman ku çiqas astengî hebin jî dîsa dê penaber derbas bibin û ji ber vê yekê gelek penaber ji yana xwe ji dest didin. Şahîn xwest rê û pir li pêş penaberan bê vekirin û alîkariya derbasbûnê bê kirin.