Ji ber hezaza Şîrwenê 4 kesên din jî hatin girtin

SÊRT - Di çarçoveya lêpirsîna hezheza madenê ya li Şîrwana Sêrtê de 4 kesên ku di nava wan de pisporê karê ewlehiyê jî heye hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ji bo hezaza li gundê Maden ê Şîrwana Sêrtê ya girêdayî Gruba Cînerê di 17'ê Mijdarê de pêk hat, 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
4 kesên ku di nava wan de pisporê ewlehiyê jî heye beriya niha di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan, şevê din li polîsên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Şîrwanê bi ser malan de girtin û carekdin binçavkirin.

4 kesên piştî karên wan ên li fermandariyê bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna hezaza madenê ya di 17'ê Mijdarê de pêk hat, beriya niha Midûrê Karsaziyê Mehmet Oguz hatibû girtin.