Li Enqerê 43 roj e li hevjînê xwe digere

ENQERE – Emîne Ozben angaşt kir ku 43 roj in,

li hevjînê xwe yê winda Mustafa Ozben li gorî derfetên xwe lê digere. Ozben da zanîn ku hevjînê wê li Şentepeyê hatiye revandin û dîmenên revandinê û şahid hene lê polîs lêpirsînek baş nadin meşandin.

Tê angaştkirin ku heta niha li Enqereyê 11 kes hatine revandin. ÎHD û pêşniyar pirsên CHP’ê yên dabûn meclîsê ev winda anîbûn rojevê. Li gorî angaştan ev kesên hatine revandin di dema xwe de li kademeyên bilind ên dewletê peywîr kirine û piştî 15’ê Tîrmehê hatine îxrackirin an jî di derbarê lêpirsîn hatine vekirn.

JI ALIYÊ 3 KESAN VE TÊ REVANDIN

Mustafa Ozben ê ku endamê Baroya Enqereyê bû beriya Faqûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Turgut Ozal bi KHK’ê bê girtin wek hîndekarê zanîngehê kar dikir. Hevjîna Ozben, Emîne Ozben ji dîhaberê re axivî û angaşt kir ku hevjînê wê Mustafa Ozben hatiye revandin. Li gorî agahiyên Ozben da hevjînê wê di 9’ê gulanê de saet li derdora 12.30'an de bi plaka wesayîta xwe 06 GBL 51 keça xwe dibe datîne dibistanê. Piştî Mustafa Ozben ji dibistanê vediqete li Kolana Guven a Enqerê dema ber bi wesayîta xwe ya parqkirî ve dimeşe ji aliyê 3 kesan ve tê revandin.

'RÛPOŞ Û WESAYÎT REŞ BÛN’

Piştî ku Emîne Ozben bihîst hevjînê wê hatiye revandin, der û cîranê xwe re diçe cihê bûyerê û bi şahidan re diaxive. Ozben hin agahî û angaştên ku kom kir bir dozgeriyê û serlêdana sûc kir. Ozben da zanîn ku kesên ku hevjînê wê revandine yek ji wan bi rûpoşa reş bû ye û bi maşîneyek reş a marqa wê Transporter li Kolana Guventepe hatiye revandin.

'PIŞÎ ROJAN ŞÛN EZ PÊ RE AXIVÎM’

Ozben anî ziman ku piştî buyerê roj şûn ve hevjînê wê saet di 22.00’an de bi hejmara “0537047..." li wan geriyaye û got ku ji dengê hevjînê wê jî dihat fêmkirin ku nav rewşek xetereyî de bû.

'POLÎS HEMAN ROJÊ ÇÛNE CIHÊ BÛYERÊ’

Ozben da zanîn ku piştî revandina hevjînê xwe serî li qereqolê daye û got polîs piştî revandinê çûne cihê bûyerê û heta niha polîsan li ser lêgerîna hevjînê wê tiştek nekirine. Ozben got ku ew bi tena serê xwe li gorî derfetên xwe li hevjînê xwe digere. Ozben destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye biçe serî li rojnameger Muge Anli bide û got ku jê re gotine dê Muge Anli hevjînê te bibîne.

Ozben diyar kir ku wê li dozgeriyê serlêdana sûc kiriye û got li gel dîmenên MOBES’ê û şahidên bûyerê hene heta niha lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin.

Denîz Nazlim - dîhaber