QSD'ê li Reqqa taxek din azad kirin

REQQA – Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 13’an de didome. Şervanên QSD’ê piştî şerê 4 rojan taxa El-Beyatra (Betanî) bi temamî ji DAÎŞ'ê paqij kirin.

Şere rizgarkirina Reqqa di roja 13'an de didome. Li rojhilatê bajar li taxa El-Beyatra (Betanî) şevê din heta sibehê şerê giran di navbera şervanên QSD'ê û DAIŞ`ê de rû da. Di şer de ber destê sibehê şervanan tax bi temamî ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Şervanan li taxa ku rizgar kirine xebata lêgerîn û paqij kirina bermahiyên çeteyan dan destpêkirin. Li rojavayê bajar jî li taxên El Berîd, Hitîn û El-Qadîsiyê ji şevê din heta van kêliyan di navbera şervanên QSD'ê û DAIŞ`ê de şer berdewam e. Tevî şerê giran jî şervan li van taxan pêşdeçûna xwe didomînin. Heta niha bi hezaran welatiyên sivîl hatin azadkirin.