Nobedarên Edaletê yên li Maçka: Heta ku edalet bê...

STENBOL - Nobedarên Edaletê yên li Maçka 4 rojin nobeta edaletê digirin, diyar kirin ku li Tirkiye heta daraz serbixwe bibe û demokrasî bê avakirin ew dê çalakiya nobeta edalete berdewam bikin. Nobedarên edaletê xwest ji bo demokrasî û edaletê bêtir têkoşînê xurt bikin.

Piştî wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu hat girtin, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi armanca girtina Berberoglu şermezar bike li Enqere dest bi meşa "Edalet"ê kir. Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê jî li Parka Maçka ya Beşîktaşê 4 rojin "Nobeta Edaletê" daye destpêkirin. Welatiyên li Parka Maçka dest bi çalakiya rûniştinê kirine diyar kirin ku ew tenê ne ji bo wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu ji bo hemû welatiyan di çalakiya edaletê de nobetê digirin. Welatiyan anîn ziman ku heta edalet, demokrasî û serxwebûna darazê bê Tirkiye ew dê çalakiya "Nobeta Edaletê" berdewam bikin.

Nobedara li Parka Maçka beşdarî "Nobeta Edaletê" bûye Dîldan Îkiler anî ziman ku ji roja destpêkê heta niha di nobetê de cih digire û wiha got: "Berxwedana me her ku diçe mezin dibe. Mirov hêj nû fêr dibin. Ez li vî welatî aramiyê û edaletê dixwazim. Aramî bi edaletê pêş dikeve. Ji her kesî re edalet pêwist e. Divê heta dawî meşa edaletê bidome. Ji bo zeştûnan, ji bo girtin û binçavkirinan û ji bo her tiştî pêdiviya Tirkiye ji edaletê heye. "

Nobedar Bîrsen Ayişik jî anî ziman ku ji roja çalakiyê dest pê kiriye heta niha nobetê digire û wiha got: "Ciwan, kal, pîr her kes li vir daxwazên edaletê tînin ziman. Her kes ji bo edaletê li vir kom bidin û di nava şêwirmendiyê dene.
Em dixwazin li Tirkiye hiqûq û edalet serdest be. Her kes edaletê dixwaze. Heta li Tirkiye edalet pêş bikeve dê meşa me bidome.

Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê Adil Çiftçî û welatî Nuri Şahin jî diyar kirin ku ji roja destpêkê heta niha di Nobeta Edaletêde cihê xwe digirin û ew ji bo her kesî edaletê dixwazin.