AMED - Li navçeya Çinarê zaroka bi navê G. a 11 salî ya rastî îstismara zayendî hat û zarok anû li Saziya Parastina Zarokan hat bicihkirin, hate hînbûn ku têkîldarî bûyerî lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
Li navçeya Çinarê ya Amedê zaroka bi navê G a 11 salî rastî îstismara zayendî hat. Bûyer piştî ku zikê zarokê êşiya çû nexweşxaneyê hate fêmkirin ku zarok ducanî ye. G. a ku li Nexweşxaneya Zarok û Welîdinê ya Amedê zarok anî, piştre bi zaroka xwe re li Saziya Parastina Zarokan a Amedê hat bicihkirin.
DOZGERIYÊ LÊPIRSÎN NEDA DESTPÊKIRIN
Têkîldarî bûyera ku malbat agahiyê nade agahiyên nû derketin holê. Derket holê ku têkîldarî bûyerê jibilî G. a ku li Nexweşxaneya Zarok û Welîdînê ya Amedê zaroka xwe anî dinê polîsan îfadeya tu kesan negirtine û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
TRAVMA DIJÎ
Hin agahiyên ku kesên di nav bûyera îstismara zayendî de ne ji yekî zêdetir in hatin bidestxistin, ji bilî vê yekê jî G. a ku rastî îstismara zayendî hat hate hinbûn ku travmaya psîkolojîk dijî.