Operasyona li Hîzanê didome: Baxçeyê gundiyan gulebaran dikin

BEDLÎS - Li 4 gundên Hizanê operasyona leşkeri didome. Di çarçoveya operasyonan de leşkeran bi ser gelek malan degirt. Leşkeran bi ser gelek malên gundên Akunis û Xulebirê de girt û bi panzêran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û welatiyek jî binçav kirin.

Leşkeran li gundê Akunis, Kukulan, Xulebir û Huzera yên navçeya Hîzanê ya Bedlisê operasyona leşkerî pêk anî. Operasyona ku leşkeran li gundên Hîzanê daye destpêkirin di roja 4'an de didome. Leşker, di çarçoveya operasyanan de destûr nade welatî derkevin dervê gund û welatî di gundê wan de dorpêç kirine. Hat zanîn ku welatî 4 rojin di goman de tên girtin. Bi taybetî li gundê Akunis û Xulebirê operasyon fireh dibe. Hat zanîn ku leşker bi panzêran li zevî û baxçeyên gundiyan guleyan dibarine. Hat diyar kirin ku bi sedan leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne û di roja 4'an de didome. Welatiyan diyar kirin ku 4 panzêrên ji gundê Akunisê derbasî qereqolê bûn, baxçeyên welatiyan gulebaran kirin. Rawestîna leşkeran a li 4 gundan berdewam dike.

KES HAT BINÇAVKIRIN

Li gundê Xulebirê leşkeran bi ser malan de girt û welatî Muzaffer Altin binçav kirin. Welatiyan diyar kirin ku ew nizanin Altin birin ku. Operasyona bi tevlêbûna sedan leşker û cerdevanan berdewam dike.