Beko: Heta edalet cihê xwe bibîne emê li kolanan bin

STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê ya 4 rojin li Parka Maşka berdewam dike bû. Beko, diyar kir ku li Tirkiye edalet tune û wiha got: "Heta ku edalet cihê xwe bibîne em dê li kolanan têbikoşin."

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê ku li Parka Maçka ya Beşîktaşa Stenbolê daye destpêkirin, di roja 4'an de berdewam dike. Tevî baranê welatî û rêveberên CHP'ê nobeta Edaletê berdewam kirin. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Kani Beko û gelek rêveberên DÎSK'ê hatin parkê û çalakvan ziyaret kirin. Di çalakiyê de pankarta “Edalet nanê gel e. Pêşeroja karkeran e" vekirin û dowîzên “Maf nayê dayîn, tê stendin. Serkeftin li kolanan tê bidestxistn" rakirin. Dema heyeta DÎSK'ê hat parkê welatiyên li parkê nobet digirtin bê dowîzên “Edalet" rakirin û siloganên “Bijî tekoşîna çînî" û "Em dê bi berxwedane bi ser bikvein" berz kirin. Serokê CHP'e yê Stenbolê Îsmail Canpolat, diyar kir ku edalet ji bo her kesi lazim e û her kes li vir tedikoşe û wiha got: "Her kes li vir heye. Li vir her fikir heye. Ez dixwazim alên CHPê dakevin xwar. Ev me meseleya partiyekê tenêye. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Enis Berberoglu ye, ji bo Selahattin Demirtaş, hemû wekîlê girtî û rojnamegerên girti ye.


BEKO: EM DÊ TÊKOŞÎNA KOLANAN MEZIN BIKIN

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî diyar kir ku li Tirkiye edalet tune û wiha got: "Heta ku edalet cihê xwe bibîne em dê li kolanan têbikoşin. Îktîdara AKP'ê tevî ku hemû wekîl li dijî OHAL'ê bûn, OHAL îlan kir. Ev hikûmet bi KHK'yan welat bi rêve dibe. Bi KHK'yan bi hezaran karker û kedkar hatin dûrxistin û mexdûr bûn. Nêzî 150 rojnameger hatin girtin. Zêdeyî 5 hezar kedkarên çapemeniyê betal in. AKP'ê hemû hêzên muxalifên xwe bedeng kir. Li Tirkiye edalet tune. Heta ku edalet cihê xwe bibîne em dê likolanan têbikoşin.

Piştî axaftinan nobedaran li gel stranên Hunermend Nurettin Guleç govend gerandin.