ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça di roja 102’an de berdewam dike. Parêzerê Gulmen û Ozakça Selçuk Kozagaçli, di konsera ji bo piştevaniyê de diyar kir ku girtina Nuriye û Semih li dijî hiquqê ye û ne rewa ye. Kozagaçli, anî ziman ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Çalakiya akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça di roja 102'an de berdewam dike. Ji bo piştevaniya Nurîye Gulmen û Semih Ozakça’ li salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali konsen hat dayîn. Hevsera Semîh Ozakça Esra Ozkaça, Dayika Ozakça Sultan yên 27 rojin di çalakiya grevê dene û Çalakgerên Kolana Yukselê Acun Karadag, Veli Saçilik, Mahmut Konuk, Nazan Bozkurt, Nazife Onay û Alev Şahin jî beşdari konserê bûn. Pankat û dowîzên piştgiriyê didin çalakiya Semîh û Nûriye hatin vekirin. Di konsere de Parêzerê Gulmen û Ozakça û Serokê Komeleya Hiquqnasên Hemdem Selçuk Kozagaçli, di konsera ji bo piştevaniyê de diyar kir ku girtina Nuriye û Semih li dijî hiquqê ye û ne rewa ye. Kozagaçli, anî ziman ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.