Derket holê ku DÎHA bêhiqûqî hatiye girtin

ENQERE - Derket holê ku derbarê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê k udi 29'ê Cotmehê de bi biryarnameya KHK'ê hat girtin û mohr li boruyên wê hatin xistin de tu lêpirsînek ne hatiye destpêkirin.

Derket holê ku derbarê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê k udi 29'ê Cotmehê de bi biryarnameya KHK'ê hat girtin û mohr li boruyên wê hatin xistin de tu lêpirsînek ne hatiye destpêkirin. Bi biryarnameya KHK'ê di 29'ê Cotmehê de bi awayekî korsanî bêyî ku agahî bidin xebatkarên ajansê boruya Enqereyê hatibû girtin, li ser vê yekê parêzer Nuray Ozdogan û Gulan Çagin Kalelî, derbarê mohkirina deriyê buroya Enqereyê ya DÎHA'yê serî li 9'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê da û xwestin biryar bê girtin ku ev pêkanîn derveyî qanûnê ne.

Li ser vê yekê 9'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, ji Buroya Lêpirsîna Karên li Dijî Sererastkirina Qanûna Bingehîn re nivîsek şand û dosyayên derbarê girtina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û lêbirsîna Nûnerê Enqereyê Kenan Kirkaya xwest.

Serdozger ê Buroya Lêpirsîna Karên li Dijî Sererastkirina Qanûna Bingehîn a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Fatîh Şîmşek, di nivîsa ku ji dadgehê re şandî de diyar kir ku derbarê DÎHA û Kirkaya de tu lêpirsîn ne hatine destpêkirin.

Di nivîsê de wiha hat gotin: "Her çiqas di nivîsa we şandî de dozger daxwaza dosaya Kenan Kirkaya û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê xwestibe jî, di lêpirsîna UYAP'ê de dosyaya lêpirsîna aîdî Kenan Kirkaya û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ne hatiye dîtin."

Bi nivîsa ku hatiye şandin derket holê ku derbarê DÎHA'yê de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Di rojên ku buro hat mohrkirin de, di hevdîtinên bi Mdiûryeta Polîsan a Enqereyê re hat kirin de Midûryeta Polîsan a Enqereyê diyarkiribû ku tu yekîneyên wan tevlî karên mohrkirinê ya buroyê ne bûye.

Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku derket holê karê mohrkirinê bêhiqûqî ye û wiha got: "Karê mohrkirinê hatiye kirin lê ev di çarçoveya tu lêpirsînekê de ne hatiye kirin. Dê vê bi KHK'ê ve girê bidin lê ji bo bi KHK'ê bêgirtin divê amadekariyên pêşiyê hatibin kirin. Destpêkê divê bi lêpirsînekê ve girê bidin. Li holê tu karekî hiqûqî tune ye. We demê ji bo karê mohrkirin ji kê ferman hatiye girtin û bi çi ve hatiye girêdan."

06.12.2016 - 14:10:58