Mumcuoglu: Hiqûqa heyî rêya îstîsmarê vedike

STENBOL - Serokê Komeleya Şopek Ozlem Mumcuoglu, diyar kir ku ji bo rê li pêş îstîsmarê bigirin divê li benda bûyerên îstîsmara zayendî nesekinin û wiha got: "Di pergala hiqûqa heyî polîtîkayên bêcezakirinê rêya îstîsmarê vedikin."

Li gorî daneyên rapora Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 5 mehên ewil ên 2017'an de 182 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Di Çileya 2017'an de 34 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Di sibatê de 14, di Adarê de 63, di Nîsanê de 33 û di gulanê de 38 zarok rastî îstîsmarê hatin. Li Tirkiye îstîsmara li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe. Serokê Komeleya Şopek û Derûnînasa Pispor Ozlem Mumcuoglu, diyar kir ku ji bo rê li pêş îstîsmarê bigirin divê li benda bûyerên îstîsmara zayendî nesekinin û wiha got: "Di pergala hiqûqa heyî polîtîkayên bêcezakirinê rêya îstîsmarê vedikin." Mumcuoglu, anî ziman ku li gori demên berê bi riya medya civakî û televîzyonan bûyerên îstîsmarê bêtir tên dîtin û bihîstin û wiha got: "Li Tirkiye îstîsmara li dijî zarokan bê ceza dimîne. Niha bêtir saziyên sivîl ên civakî û înîsiyatif li dijî îstîsmarê dengê xwe bilind dikin. Ji ber ku pêvajoya hiqûqê dirêj dibe û îstîsmarkar zêde nayên cezakirin, ev yek hêzê dide îstîsmarkaran û wan bêtir wêrek dike. Hiqûqa heyî rê li pêş îstîsmarê vedike. Li gori daneyên TUÎK'ê zarokên bûk pir zêde ne. Îstîsmar pir zêde ye. Ji ber ku hiqûq tune îstîsmar zêde dibin. Divê saziyên sivîl ên civakî bêtir înîsiyatifê pêş bixin û têbikoşin."

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR MEZIN BIBE'

Mumcuoglu, anî ziman ku xerabiya ku mirov bi mirovan dike travmayê bêtir mezin dike û wiha got: "Travmayên ji ber bûyerên xwezayî zû derbas dibin. Lê travmayên ku mirov li ser mirovan dide çêkirin zû bi zû derbas nabin. Zarokên ku rastî îstîsmarê tên zû bi zû travmayê ji ser xwe navêjin. Travmayên îstîsmarê ji travmayên şer girantir in. Gotinên “Zarok e dê ji bîr bikin" ne rast in. Dijberî vê yekê zarok van serpêhatiyên xwe ji bîr nakin. Pêdiviya zarokên rastî îstîsmarê tên bi axaftin û guhdarkirinê heye."

Mumcuoglu, destnîşan kir ku gelek mirovên rastî îstîsmarêtên bi derfetên xwe têdikoşin û wiha got: "Divê hemû kesên rastî îstîsmarê tên bibin yek û bi hevre têbikoşin. Disa divê civak û saziyên sivîl jî piştgiriyê bidin wan û tev li têkoşîna wan bibin. Divê mexdûrê îstîsmarê û civak bi hevre têbikoşe. Divê em tev bibin yek û bi hevre peralek hevpar ava bikin.

Mumcuoglu, destîşan kir ku divê civak di vî alî de bê perwerdekirin û wiha got: "Divê mirov bi awayekî tenduristî destê xwe bide wan. Ji ramûzana sarokan heta hembêzkirina wan divê mirov baldar be. Zarokên rastî îstîsmarê tên ji malbatê şer dikin û ditirsin ve.bêjn. Divê mirov hêzê bide wan. Bêyî ku îstîsmara zayendî pêk bê divê em li dijî îstîsmarê têbikoşin û rê li pêş îstîsmarê bigirin.

Sadiye Eser / Muhammet Dogru - dihaber