STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, têkildarî "Komxebata Rêxistinbûnê" ya hefteya borî pêk anî nirxandin kir. Hamzaoglu, bal kişand ser meclîsên herêmlî û wiha got: "Armanca me ewe ku em HDK'ê li 81 bajaran bi rêxistin bikin û ava bikin. "
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 10'ê Hezîranê de bi şîara "Ji bo jiyana nû HDK'ê bi rêxistin bike, di HDK'ê de xwe bi rêxistin bike" li Otela Taksim Hillê komxebat pêk anî. Di komxebatê de biryar hat girtin ku li her derê Tirkiye û her qade jiyanê xwe bi rêxistin bikin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, têkildarî encama komxebatê ya HDK'ê nirxandinên girîng kirin. Hamzaoglu, diyar kir ku ew dê li hemû bajarên Tirkiye meclîsên herêmî ji nûve bi rêxistin bikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em li 81 bajaran HDK'ê bi rêxistin bikin û ava bikin. " Hamzaoglu, bal kişand ser referandumê û wiha got: "Di referandumê de muxalefeta civakî pêş ket. Eniya Na rewatiya wan zêde bû. Derket holê ku êdî îktîdara qesrê ne rewa ye. HDK piştî tekoşîna hilbijêrên Eniya Ked û Demokrasiyê ya hilbijartina 2011'an pêş ket. HDK dê li ser esasê pêdiviyê xwe bi rêxistin bike û mezin bike. HDK dê tabloya ku di referandumê de derket holê binirxîne. Em dê hem xwe binirxînin hem jî hêza gel binixinin. Me ji bilî hevparên xwe me bi partiyên din re jî civîn pêk anîn. Me komxebatek mezin berfireh pêk anî. "
HDK AMÛRA RÊXISTINBÛNÊ YE
Hamzaoglu, destnîşan kir ku ew endamên Meclîsa Giştî, meclîsa perwerde, tenduristî ekolojî û endamên meclîsê jî beşdarî xebatan dikin û wiha got: "Di vê civînê de derket holê ku HDK amûrek girîng ya rêxistinkirinê ye. Şertên li Tirkiye xebatê mecbûrî vê yekê dikin. Hebûna HDK'ê dê li hemû bajarên Tirkiye li gorî vê rastîyê xwe bi rêxistin bike û plan bike. HDK 6 sal berê li ser esasê rexistinbûna meclîsan û heremî xwe ava kiribû. HDK dê niha jî xwe liser meclîs û herêmê bi rêxistin bike. Dê raste rast pirsgirêkan li herêmê çareser bike û çareseriya herêmî esas bigire. "
DÊ MECLÎSÊN HERÊMÎ JI NÛVE ZINDÎ BIBIN
Hamzaoglu, anî ziman ku di salên 2011 û 2013'an de li gelek navendan meclîsên herêmi avakirin û wiha got: "Meclîsên wê demê hatin avakirin kar û xebatên serkeftî pêk anîn. Cerebe û tecrubeyên me yên berê hene. Me dê meclîsênk li fabrîqe, nexweşxane, dibistan û ava bikin pêdivî pê heye. Em dê meclîsên berê ji nûve zindî bikin. Em dê meclîsên herêmî ji nûve xurt bikin û bi rêxistin bikin. HDK 6 salin hatiye avakirin, lê hêj navendek wê tune ye. Gelek niyetên wê hene. Me nexistine meriyetê. Ev saziyek e û mecbûrî ye. Divê beşên saziyê bi awayekî mayinde xebatên xwe berdewam bike. Divê hilberhînê pêş bixe. Em navendê wekî koordinasyon û hilberhîna agahiyan digirin dest. Dema em dibêjin Koordinasyon em behsa koordinasyona navbera herêman dikin. Di qada perwerde, tenduritiyê, ekolojî, ragihandin, ked, û qadên din de pêşketin çine, pirsgirêk çine. Li Cihan û Tirkiye rewş çiye divê li gorî vê yekê polîtîkayan pêş bixe. Em armanc dikin ku li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin û li her derê xwe ava bikin. Divê bajar, navçe, tax û gundên ku em neçûne tune be. Ger ku HDK li her derê xwe bi rêxistin kir wê demê dikare bibe hêvî. Divê hemû pirsgirêkan bi jin, ciwan, kedkar, û gelan re parve bike û bi wan re çareser bike. Em mecbûrîn bibin hêza ku karker, kedkar, jin, ciwan û hemû gelên li Tirkiye bi rêxistin bikin. Em dê ve yekê di ser rêya HDP'ê re pêk bînin.
Hamzaoglu, anî ziman ku li Tirkiye xweza wêran dibe û wiha got: "Wêrankirina xwezayê sedema rêxistinbûnê û şoreşê ye. Mirov dikare li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê hêzankir şoreşê pêş bixe. Mixabin em li dijî talankirina xwezayê zêde ne serkeftî ne. Talankirina xwezayê li Tirkiye sedema rêxistinbûnê û şoreşê ye.
Hamzaoglu, herî dawî bal kişand ser zextênk li ser HDK'ê û wiha got: "Em tên sankurkirin. Divê em wekî salên 70'ê rû bi rû çav bi çav, derî bi derî karkerî bi kargerî, tax bi tax kolan bi kolan parve bikin û xwe bi rêxistin bikin. "