Aboriya şer li Reyhanli kî dewlemend kir?

HATAY - Li Navçeya Reyhanli ku êdî bûye wekî barageha şer, di 5 salên dawî de aboriya şer hat avakirin. Gelek şîrketên bazirganiyê ji bo çek û muhîmatên şer ji rêxistinên DAİŞ, OSO, El Nusra û Ehrar El Şam yên radikal re bişînin li vir razemenî kirin. Yek ji şîrketên sereke yên li vir zameniyê dike Şîrketa Reyhanli A.Ş. ya ku Parlamenterê AKP'ê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye.

Piştî şerê li Sûriye hat destpêkirin Hatay, êdî bûye wekî navend û barageha rêxistinên radîkal. Li navçeya Reyhanli ya Hatayê di 5 salên dawî de gelek şîrketên bazirganiyê razemeniyên ji bo çekan kirin. Bi taybetî ji bo lîstîk, cebilxaneyên çek û amûrên leşkerî ji rêxistinên wekî DAİŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO re bişînin li ser sînor şîrket avakirine. Şîrketên ku li vir muhîmat û malzemeyên leşkerî ji rêxistinên radîkal re temîn dike gelek pere qezenc dike. Yek ji van şîrketan Şîreta Reyhanli A.Ş. ya ku Wekîlê AKP'ê yê Hatayê Fevzî Şanverdî jî şirêkê wê ye. Şîrketa Reynanli A.Ş. di 5 salên dawî de qat bi qat mezin bû û bû xwedî sermaye. Ji bilî şîrketên ku çekan û muhîmatan ji rêxistinên Radikal re temin dike, gelek komeleyên li ser navê "alîkariyê dikin" jî nûnertiyên xwe li vir ava kirin û Reyhanli kirin navenda bazara xwe. Komeleyên ku alîkariyê didin van rêxistinan gelek pere ji van rêxistinan qezenc dikin. Wekî Vakfa Alîkariya Mirovahiyê (İHH) û Kimse Yok mu, di nava 5 salên dawî de li ser navê alîkariyê deboyên xwe bi malzemeyên lojistikê tije kirin.

Komeleyên li Reyhanli hatin avakirin li ser navê alîkariyê di ser bajarê Îdlipê re alîkariya lojîstik ji rêxistina wekî El Nusra û rêxistinên din re dişîne. Di demên dawî de sewqîyata malzeme ji zêde bûye.

Di salên dawî de Reyhanli hem bûye navenda şîrketên ku çek û malzemeyên lojîstîk ji rêxistinan re temîn dike, hem jî bûye navenda komeleyên "Alîkariyê". Şîrketên herî zêde para xwe ji vê bazarê digirin jî şîrketên ku çekan difiroşin Komên Radîkal. Şîrketa ku di nava gel de wekî Çiftlîka Demîrel tê zanîn ku Parlamenterê AKP'ê Fevzi Şanverdî jî şirîkê wê ye Şîrketa Reyhanli A.Ş. ye. Ev şîrket sereke şîrketa ku bazirganiya çekan dike ye. Şîrketa ku qeyda wê li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hatayê heye, di fermiyetê de bêtir di qada çandinî û sewalkariyê de bazirganiyê dike. Lê di fîîliyetê de jî bazirganiya çekan dike.

Karsazekî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku şîrket bi awayekî fermî bazirganiya sewalan dike, dê li di 5 salên dawi de li tesîsên xwe bi kamyonan çekan ji rêxistinên radikal re temîn dike. Karsaz, anî ziman ku ji roja şer dest pê kiriye heta niha şîrketê dest ji sewalkariyê berdaye û bazirganiya çekan dike. Karsaz, anî ziman ku Şîrketa Reyhanli A.Ş. bi bazirganiya çekan a ji bo rêxistinên radîkal di 5 salên dawî de bûye şîrketa herî dewlemend a Hatayê.

Karsaz, anî ziman ku şîrketa ku berê bazirganiya sewalkariyê dikir, niha bi maşîneyan çekên wekî roket, fuze, tank, balafirşikêr, kaleşnikof, dabanca û gelek çekên din bar dikin û dibin. Hat diyar kirin ku Şîrket di salek dawî de di bin ewlehiya dewletê de çekan ji rexistinên radîkal re dişîne. Çîftlika Demirler ku bi navê bazirganiya sewalan hatiye vekirin di salek dawî de bi awayekî awarte tê parastin. Şîrketa ku li Gundê Kuşakli yê Reyhanli hatiye avakirin, li ser sinor ji aliyê leşkeran ve li nava navçeyê jî ji aliyê Polîsên Tîmên Taybet ve tê parastin.

KIŞANDINA WÊNEYAN SEDEMA BINÇAVKIRINÊ YE

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku kişandina wêneyên çiftîkê jî sedema binçavkirinê ye rê heta 2 kilometre dûrî çiftilkê hatine girtin Çiftlik 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Disa kaerayên termal jî li vir hatine avakirin û derdorê dişpînin. Çîftlîka ku berê ji bo kamyonetên biçûk garaj hatibû avakirin, niha garaja TIR'an jî hatiye avakirin. Tê dîtin ku her rojê bidehan TIR dikevin çiftlîkê û derdikevin.

Ketina çîftlîkê di bin kotrola polîsan re tê kirin. Ji ber hemû rêyên di çiftlîkê re derbas dibin hatine girtin, welatî neçarin di nava zeviyan re biçin û bên.

Welatiyên ku li nêzî çiftlîkê dijîn jî diyar kirin ku destûr nayê dayîn kes 5 kilometre nêzî çiftlikê bibin û di demên dawî de li dora çiftlikê tîmên taybet digiren. Welatiyan anîn ziman ku sevkîyata çekan di navbera 22.00 û 23.00'an de tê kirin û polîsên tevgera taybet di wan saetan de tedbîrên mezin digirin.

Erdogan Alayumat - dihaber