Şoreşê li Kanadayê ji dayik bû li Rojava şer dike

REQA – Şoreş Pazarcik ê ku malbata wî ji Qetliyama Mereşê reviya û ew li Kanadayê hat dinê derbarê hatina xwe ya Rojava de wiha got: “Îslama radîkal a ku li Mereşê mirova qetil kir, niha jî li ser axa Suriyê tê zindîkirin. Lê em ê tu carî destûr nedin wan ku gel bên tunekirin.”

Li Reqayê bi pêşengiya Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ê hemleya “Cenga Mezin” a ku hatibû destpêkirin di roja 14’emîn de bi hemû biryardariya xwe dewam dike. Heta niha QSD 5 tax û gelek cihên dîrokî yên bajêr xistiye bin kontrole. Di operasyonê de gelek hêzên heremî cih digirin. Li gel van hêzan jî şervanên enternasyonalîst jî di eniyên pêş ên cengê de cihê digirin. Şervanên bi navê Şoreş Pazarcik (26) ê ku ji Kanadayê berî xwe da nav şoreşa Rojava yek ji wan ciwanên enternasyonalîst e. Pazarcik derbarê hatina xwe ya Rojava de axivî. Pazarcik destnîşan kir ku malbata wî piştî Qetliyama Mereşê koçî Kanadayê kiriye û got: “Ez li sirgûnê hatime dinê. Wê demê jî komên radîkal ên îslamî li Mereşê bûn. Lê ew komên radîkal li ser axa Suriyê tên zindîkirin.”

‘JI BO EZ XWE NAS BIKIM LI ROJAVA ME’

Pazarcik da zanîn ku ji bo ew xwe ji nû ve nas bike hatiye Rojava û got şoreşa Rojava wî Kanadayê ji nav jiyana wî ya xweser veqetandiye aniye vir. Pazarcik diyar kir ku wî li Rojava jiyanek nû dîtiye û got dixwazin li Rojhilata Navîn hewldana yek tîpî ava bikin û hemû netewên cuda bi destê îslamiyeta radîkal bên tunekirin.

‘EZ XWE DINASIM’

Pazarcak bilêv kir ku ji ber ew li Kanadayê hatiye dinê ji çanda xwe dûr maye û wiha pê de çû: “Hema bêje malbata min hatiye pişaftin. Dema ez hatim vir jî li hembe min derketin. Hêj ev helwesta wan dewam dike. Lê ez van deveran tercîh dikim. Çunkî heta niha çanda min nas nekiriye û jê dûr mame hêj hêdî hêdî vê çandê nas dikim. Pêwîste di serî de Kanada hemû cîhan biherike bê vir.”

Pazarcik anî ziman ku gelê kurd li çar perçeyan êş û zehmetiyên mezin re rû bi rû maye û wiha domand: “Niha ji bo em xwe li ser vê axê bibînin, ji bo me bîrdoziyek hat afirandin. Ev jî hêdî hêdî belav û mezin dibe. Ya herî girîng jî ew ku derdikeve pêşiya me, em kurd kî ne? Ji bo em bersiv bidin vê pirsê em li vir in.”

‘ROJAVA JO BO HEMÛ DINÊ MÎNAK E’

Pazarcik destnîşan kir ku li Ewropayê êsiriya herî mezin a koçberiyê dijîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji ber ku min vê ferq kir ez ji wir dûr bû.m. Liv ir jiyanek birûmet a ku jin pêşengiya wê dikin heye. Em li vir hemû bi hev re dijîn. Jiyana li vir tê avakirin, di serî de ji bo qeyranên DYA û Ewropayê û hemû cîhanê jî mînaka çareseriyê ye. Em li vir jiyanek kolektîf hevpar ava dikin. Ji ber vî awayî her kes xwe ji vir hîs dike.”

Nazim Daştan - dîhaber