Ji windakirina fîşeka Mahsun kuşt re biryara bêşopandinê

AMED - Di sala 2006’an de Mahsun Mizrak (14) bi fişeka gazê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê fîşeka gazê hat guhertin û windakirin. 5 sal şûnde piştî şopandina dozê biryara bêşopadinê hat dayîn. Prz. Bariş Yavuz, diyar kir ku bêşondin çanda bêcazakirinê ye.


Di bûyerên 28'ê Adara 2006’an yên li Amede de zarokê 14 salî Mahsun Mizrak bi bombeya gazê ya polisan jiyana xwe ji dest dabû. Pişti bûyerê têkildarî kuştina Mizrak doz hatibû vekirin. Piştî doz hat vekirin fîşeka bombeya gazê li midûriyeta polisan hat guhertin û piştre hat windakirin. Li şûna fîşeka bombeya gazê guleya fîşeka neçîrê hat guhertin. Têkildarî guhertin û windakirina fîşekê dîsa lêpirsîn hat vekirin. Di ser lêpirsîna guhertina fîşeka bombeya gazê re 5 sal derbas bûn. Heyat dadgehê piştî 5 salan li şûna bûyerê ronî bike der barê bûyerê de biryara “bêşopandinê" da. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku li doza Mahsun Mizrak û Enes Ata yên di heman rojê de hatin kuştin, li ser daxwaza parêzeran, fîşeka gazê ya ji serê Mizrak hat derxistin, ji bo lekolînê di sala 2012'an de şandin Labaratuvara Kriminal a Cendirmeyan. Piştî fîşeka gazê ya ji serê Mizrak hat derxistin hat lekolîn kirin, li Midûriyeta polîsan hat guhertin. Fîşeka bombeya gazê bi guleya tifinga neçîrê hat guhertin. Li ser daxwaza parêzeran dadgehê di sala 2012'an de der barê karmendê peywirdarê emanetên edlî de gilî kir. Piştî lêkolînê Midûriyeta Polîsan a Amedê di sala 2015'an de nivîs ji dadgehê re şand û diyar kir ku hemû delîl winda bûne. Doza ku 11 salin didome, birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'ê li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME), li Tirkiye cezayê tezmînatê birî. Dozgeriyê wekî doza Enes Ata yê 8 salî ji bo doza Mahsum Misrak jî biryara bêşopandinê da.


Nûnerê ÎHD'ê yê Amedê û Parêzerê malbata Mizrak Barış Yavuz, diyar kir ku fîşeka gazê ya ku bû sedema kuştina Mizrak nehatiye lêkolînkirin û pişti 6 salan fîşeka gazê hatiye guhertin.
Yavuz, anî ziman ku dema delîl nehatina windakirin dê kujer diyar bûbûya û ji bo kujer biparêzin delîl winda kirin. Yavuz, destnîşan kir ku biryara bêşopandinê parastina kujer e û ev çand buye wekî kevneşopiyekê. Yavuz, anî ziman ku ev biryar ji bo hemû bersûcan tê wateya beraetê û kujer bi vî rengî tên parastin.