STENBOL – Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Balefirgeha Sabîha Gokçen hatin binçavkirn.
Dayik û bavê Ayşe Denîz Karacagil a ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû Nuray Erçagan û Omer Karacagil hatin binçavkirin. Erçagan û Karacagil ên ku ji Beyrûtê hatin Stenbolê li Balefirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bi angaşta “Propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dê Erçagan û Karacagil bi boneya îfadeya wan bibin Edliyeya Anadolû ya Kartalê.
Dayik û bavê Karacagil bi boneya tevlî merasîma keça xwe bibin çûbûn Kobanê û di merasîmê de axaftin kiribûn.