Îranê daristanên Rojhilatê Kurdistanê şewitand

HEWLER - Çavkaniyên herêmî yên li Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku Supaya Pasdaran û hêzên sînorparêzên Îranê yên li sînorê Kirmaşanê bi hinceta DAIŞê li herêmê heye, agir berdan daristanên sînorî yên Kirmanşahê.

Li gorî agahiyên herêmê, bi taybet li sînorê navçeya Pawe yê Kirmaşanê pasdarên Îranê yên sînor diparêzin, agir berdane daristanên Kirmanşahê. Li gorî agahiyên herêmê, hêzên Supaya Pasdaran ji doh êvarî ve, li hin cihan agir berdane daristana Perwîne ku dikeve ser çiyayên li sînorê bajarokê Newsûd, ku girêdayî bajarê Pawe ye. Çavkaniyan anîn ziman ku hejmareke zêde ya welatiyên sivîl ên deverê piştî ku agir bi daristanan ket û çeperê şewatê berfireh bû, kom bûn û hewl dan, ku agir vemirînin. Lê hêzên Supaya Pasdaran û hêzên sînorparêz ên Îranê rê nedan welatiyan ku şewatê vemirînin. Di şewatê de bi dehan hektar daristanên ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê şewitîn.