'Divê ev meşa di 16'ê Nîsanê de dest pê bikira'

ENQERE - Welatiyê HDP'î Bariş Kalkan ji Meletiyê tev li "Meşa Edaletê" bûye û aşkera dike ku ew ji CHP'ê xeyidî ye, lê rixmê her tiştî jî ev meşa bi wate ye. Dayika bi navê Burçak Yorulmaz jî ji Mêrsînê ji bo paşeroja zarokê xwe tev li meşê bûye û dibêje ku "Divê ev meşa di 16'ê Nîsanê de dest pê bikira, piştî referandûmê divê em neçûna malên xwe."

Piştî girtina Wekîlê Partiya Gel a Komarê (CHP) Enîs Berberoglu, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji Enqereyê heta Stenbolê dest bi "Meşa Edaletê" kir û di roja 5'emîn de berdewam dike. Ji gelek aliyan tevlibûna meşê her ku diçe zêde dibe. Bariş Kalkan ê HDP'î ji Meletiyê tev li meşê bûye û Kalkan da zanîn ku ew ji CHP'ê xeyîdiye û rixmê her tiştî jî ev meş bi wate ye û wiha got: "Em newestiya ne, em dê heta dawiyê meşa xwe berdewam bikin."

‘DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN EDÎRNEYÊ’

Kalkan got ku "Em newestiya ne, ji ber ku armanceke me heye" û aşkera kir ku ev armanca wan jî ew e paşeroja xwe ava bikin. Kalkan da zanîn ku divê ev rê li Stenbolê raneweste û xwe bigihînin Edîrneyê û bang li her kesî kir ku xwedî li wan derkevin.

‘ENIYA NA'YÊ DIVÊ TEV LI MEŞÊ BIBE’

Kalkan eniya "Na" yê ya di 16'ê Nîsanê de jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Çawa ku di eniya 'Na'yê de MHP, CHP, HDP û hemû beşên civakê bûne yek, divê niha jî di 'Meşa Edaletê' de hev bigirin. Ji bo em li dijî dîktatoriyê tê bikoşin, tu rêyeke din tune. Hikumet berovahiyê wê tevdigere û dixwaze di 2019'an de eniya 'Na'yê parçe bike. Divê haya me ji vê yekê hebe."

'DIVÊ MEŞ LI STENBOLÊ NEQEDE'

Burçak Yorulmaz jî du zarokên xwe teslîmê bavê wan kiriye û ji Mêrsînê tev li "Meşa Edaletê" bûye. Yorulmaz diyar kir ku dema ew nû tev li meşê bûye, wê kes nasnedikir û di rojekî de her kes nas kiriye û xweziya xwe bi van gotinan vegot: "Xwaziya welatê me her dem wiha bûya, me ev ruha bigirta."

Yorulmaz destnîşan kir ku ew bi hêviyeke mezin ketine rê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em dê bikevin Stenbolê an nekevin ne diyar e. Dibe mudaxale bikin û nehêlin em bikevin Stenbolê. Lê hêvjiyên me hene. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo vê meşê em dereng man. Diviya bû me di 16'ê Nîsanê de ev meş pêk baniya, em neçûna malên xwe. Lê dîsa jî gelekî girîng e." Yorulmaz piştrast kir ku welat bûye welatê Erdogan, dixwazin hemû muxalefet bê deng be û ev tişt anî ziman: "Kurd, tirk û hwd. ferq nake, dixwazin her kesî bê deng bikin. Divê em li dijî vê bibin yek."

Yorulman herî dawî aşkera kir ku ew ji bo paşeroja zarokên xwe dimeşe û bang li tevahiya civakê kir ku divê em bên ser hişê xwe û pêwîstî li ku hebe divê em heta wir bimeşin.