STENBOL - Prz. Zuleyha Gulum, beriya ku sibê rûniştina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dest pê bike, bang li her kesî kir ku beşdarî rûniştina dozê bibin. Gulum, anî ziman ku di şexsê Kişanak û Tuncel de hemû jin tên darizandin.
Rûniştina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di 20'ê hezîranê de li Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê derkevin pêşberî dadgehê. Beriya rûniştina dozê, Endama Înîsiyatifa Têkoşîna Jinan Nayê Darizandin Prz. Zuleyha Gulum, beriya darizandina Kişanak û Tuncel banga tevlêbûna rûniştinê kir. Gulum, ani ziman ku Kişanak û Tuncel, di 25'ê Mijdarê û 8'e Adarê de ji ber beşdarî nobeta aştiyê bûn û ji bo daxawzên aştî, wekkevî û azadiyê hatin darizandin. Gulum, ani ziman ku ev doz di şexsê Kişanak û Tuncel de li hemu jinan hatiye vekirin û wiha got: "Rûniştina dozê saet di 14.00'ê20'ê 2017'an de dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. Divê hemû jin deng bidin dengê Gultan û Sebahat. Em dibêjin tekoşina jinan nayê darizandin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin."