HUDA-PAR û cerdevaniya nû

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyetîn Melko, di nivîsa xwe de bal kişand ser lîstikên di navbera AKP'ê û Hur Dava Partiyê. Melko, anî ziman ku têkiliyên di navbera Hur Dava Par'ê û AKP'ê de ji têkiliyên JİTEM û Hîzbullahê yên salên 90'î xerabtir û gemartin in.


Nivîskarê rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko diyar kir ku şerê taybet ê AKP’ê li hemberî kurdan daye destpêkirin, bi xwe re qirêjî û gemariyên ji salên 90’î xirabtir tîne û wiha got: "Têkiliyên qirêj ên dewleta AKP’ê û hêzên tarî yên li Kurdistanê wekî kontra tên perwerdekirin gihiştiye merheleyek xeternak. Hefteya borî îtîrafkarekî ji Hîzbûllah û JÎTEM’ê ku di heman demê de di nava HUDA - PAR’ê de xebat meşandiye, ji hêla Dîhaber’ê ve hatin weşandin. Ji ber ku rojev bi tevger e û zû diguhere gotinên wî kesê navê xwe veşartî zêde di çapemeniya kurd de nebûn nûçe. Lê bi rastî jî ev daxuyaniyên ku di Rojeva Medya’de jî cih girtin, balkêş dabûn. Cara yekemîn e aşkera dibe ku Apê Mûsa bi hevkariya Hîzbûllah û JÎTEM’ê hatiye qetilkirin. Em wan gotinên îtîrafkar bi bîr bînin, "...

Me dê Musa Anter bikuşta. Lê di deqeya dawî de plana me li hev nehat. Li şûna me JÎTEM’ê Musa Anter kuşt. Piştî derket holê me bi dehan welatparêzên kurd kuştine, kirinên me deşifre bûn. Êdî gel ji me re digot; ‘Hizbi-kontra’…”

Melko di dewama nivîsa xwe de li ser perwerdekirina kontrayan jî radiweste û wiha dibêje: "Kontra tên perwerdekirin Îtîrafkar dibêje ku têkiliya Hîzbûllah û AKP’ê di ser HUDA-PAR’ê re tê meşadin. Her wiha behsa Cîgirê Serokî Giştî yê HUDA-PAR’ê û têkiliyên wî yên tarî dike; '… M.A.D. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA- PAR’ê yê niha ye. Di 15’ê Mijdara 2003’yan de li Stenbolê li dijî navendên îbadetxaneyê ên Cihûyan û Sînagogan çalakî pêk anîbû. Ji ber vê lêgerîna wî hebû. Demek dirêj li derveyî welat xwe veşart. Lê piştî ku AKP’ê li Kurdistanê li hemberî PKK’ê û kurdan şer da destpêkirin, ji nişka ve derket holê. Ew mîna aktorekî şer tevdigere…' Ji van daxuyaniyan mirov fêm dike ku AKP’ê bi pêşengiya Suleyman Soylu dest bi planeke nû ya qirêj kiriye. Endamên Hîzbullahê yên ku sûc kirine û lêgerîna wan hene, ji bo li dijî PKK’ê û gelê kurd bi kar bîne, tên efûkirin. Bi taybet van gotinên îtîrafkar bixwînin; '…

Dewleta ku dixwaze li herêmê pêşketina PKK’ê sînordar bike, îro dîsa pêwîstî bi Huda-Par’ê dibîne, wekî salên 90’î Hizbî-kontra û sivîlên paramîlîteran bi pêş dixe. Hîzbullah bi piştgiriya dewletê bi taybetî li Amedê navendan vedike, ji aliyê leşkerî ve perwerdehiyê dide. Ev perwerde bi taybetî ji hêla hikumet û Suleyman Soylu ve tê organîzekirin…”

Melko herî dawî wiha dibêje: "Wekî encam; hêjayê gotinê ye ku Rejîma Erdogan û AKP’ê li Kurdistanê bi destê Suleyman Soylu yê ku şagirtê Mehmet Agar e, dest bi rêxistinkirina kontra kiriye. Ji xwe pêkanînên sala dawî yên li Kurdistanê li holê ne; wêrankirin, talankirin, înfaz, tecawiz û revandin… Xuya ye ku Erdogan jî vedigere eyarên Tansu Çîller. Pergala cerdevaniyê û JÎTEM’ê tê nûjenkirin. Ev pergal li ser endamên Hîzbûllahê yên berê bi JÎTEM’ê re xebitîne tê sazkirin. Beramberî vê yekê jî derfetên şaredariyên hatine desteserkirini ji Huda-Par’ê re tên pêşkêşkirin. Gelê kurd, welatparêzên ku di binê malan de hatine qetilkirin û binaxkirin ji bîr nekirine. Dibe ku ew bibin cerdevanên AKP’ê yên baş lê hewldanên mezinkirina girseya Huda-Par’ê beyhude ne."