Polisan torbe xistin serê wan û îşkence li wan kirin

AMED - Di çarçoveya operasyona li dijî KCD, HDK, TJA, DBP û HDP'ê de, hejmara kesên hatine binçavkirin derket 29 kesan. Polîsan li Xelfetiyê Hanim Ayhan dema binçav kirin, kîsik xistin serê wê û îşkence li wê kirin.

Di 14'ê Hezîranê de bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li dijî endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyonek pêk hatbû gelek kes hatibûn binçavkirin. Siyasetmedarên li Miduryeta Polîsan a Amedê tên ragirtin, di çarçoveya operasyoneke 2016'an de hatine binçavkirin, li ser lêpirsînê biryara veşarî dewam dike. Kesên hatine binçavkirin bi hinceta "Bi fermana KCK'ê xebat kirine" tên tewanbarkirin.

DI RÊ DE HAT DERBKIRIN

Hat aşkerakirin ku Helbest Îlkan û Hanim Ayhan ên hatin binçavkirin, di rê de hatine derbkirin, ji wan re çêr û heqaret hatiye kirin. Îlkan û Ayhan îşkence û heqaretên hêzên dewletê bi parêzerên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re parve kirin. Ayhan aşkera kir ku ew li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê nava rojê ji hêla polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, dema polîsan Ayhan ji Xelfetiyê anîne, di rê de kîsik xistine serê wê, ew derb kirine, heqaret li wê hatiye kirin, ji ber derbkirinê di serê wê de werm û reşbûn heye, li bin enîka wê ya çepê şopên derbê hatine dîtin.

Li gorî agahiyan Helbest Îlkan a li Mêrsînê hatiye binçavkirin jî ji ber şideta polîsan di çavê wê yê çepê de werm û reşbûn hey. Hat gotin ku di muayeneya bijîşkan de rapora derbkirinê nedane Ayhan û Îlkan. Ayhan û Îlkan piştî anîn Amedê li vir raporên derbkirinê wergirtine.

Ji hêla din ve hat piştrastkirin ku Şahcan Tunen a nexweşa pençeşêrê ye, rewşa wê jî xirab bûye.

Parêzeran da zanîn ku ew dê der barê îşkencekaran de serlêdana sûc bikin.

29 kesên di bin çavan de dê kêngê derxin edliyeyê hêj ne diyar e.

Kesên di bin çavan de navê kesekî hêj nayê zanîn, navê 28 kesan wiha ye: Nalan Gozden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sîbel Îldan, Ercan Aslan, Yuksel Baran, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Şahcan Tunen, Salîh Keleş, Selahaddîn Kaygusuz, Hatîce Uçar, Kerem Duruk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Devran Balkaş, Hasan Înatçi, Helbest Îlkan, Cengîz Sokmen, Paşa Şeker, Ebubekîr Budak, Ayşe Yagci, Evren Ortaç, Hanım Aydin, Gul Kiziltaş, Selahattîn Çap û Kirmizi Baş.