AMED –Li Amedê der barê 10 kesên ku Newroza dawîn organîze kirine doz hat vekirin. Dozger îdiakir ku, Newroza ji aliyê Walîtiya Amedê ve destûra wê hatibû dayîn “li ser talîmata rêxistinê” hatiye lidarxistin û rêzgirtina di Newrozê de jî wek “Li ber qelebalixiyeke 15 hezarî mirina wek a terorîstan hatiye teşwîqkirin.”
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta di 21’ê adara îsal de pîrozbahiya Newrozê amadekirine der barê 7 endamên Komîteya Amadekar û 3 kesên di organîzasyona Newrozê de peywirdar ên di di 26’ê adarê de hatibûn binçavkirin û di 29’ê adarê de serbest hatibûn berdan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê lêpirsîna ku der barê 10 kesî de dabû destpêkirin temam kir. Di çarçoveya lêpirsînê de Hafîze Îpek hatibû girtin û li ser îtirazan mehek şûnde hatibû berdan. Di îddianameya 11 rûpelî ya ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de; Seroka Komîteya Amadekar, Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek, Endamê Dîwana Serokatiya KCD’ê Seydî Firat, Endamê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê Husnu Pervane, Parêzer Mahmût Çîftçî, Hevserokê Şaxa SES’ê Ramazan Kaval, Abdulganî Alkan, pêşkeşvena Ayşe Çelîkbîlek, Kemal Tanboga, Recep Derel û Volkan Orhan Gunduz wek “gumanbar” cih digirin. Dozger der barê 10 kesên ku bi “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “li dijî qanûnê lidarxistina civîn û xwepêşandanan” wan tawanbar dike ji 7 sal û 6 mehan heta 20 sal û 6 mehan daxwaza cezayê girtîgehê û 30 hezar TL jî cezayê pereyî dike.
‘KURDISTAN’ Û ‘AMED’ SÛC E
Di îddianameyê de, daxuyanî û bangên endamên Komîteya Amadekar ên ji bo amadekariya Newrozê, îfadeyên şahidên nepen, beşdarbûyîna meş û daxuyaniyên berê û axaftinên wan î li qada Newrozê wek delîlên sûcî hatin nîşandan. Dozger îdia kir ku, qesda ji gotinên wek “300 Spartayiyên Hemdem”, “Berxwedan” ên ji bo beşdarbûyîna Newrozê di çapemeniyê de cih girtibûn, berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê hatiye qestkirin û parast ku bi van gotinan şidet hatiye teşwîqkirin. Dozger îdiakir ku, Newroza ji aliyê Walîtiya Amedê ve destûra wê hatibû dayîn “li ser talîmata rêxistinê hatiye organîzekirin.” Dozgerê ku axaftinên li qadê wek sûc hesiband îdia kir ku, “Bi awayekî eşkere xaka Komara Tirkiyeyê wek Kurdistanê hatiye diyarkirin…Bi rêzgirtina li qadê terorîst wek qehremanan hatine nîşandan, bi vî awayî li ber qelebalixiyeke 15 hezarî mirina wek a terorîstan hatiye teşwîqkirin.”
JI BO KOMELEYA ROJAVAYÊ DAXWAZA ALÎKARIYÊ JÎ SÛC E
Dozger ji bo Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît a ku beşdarî Newrozê bû jî wiha behs kir: “Hevseroka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît a ku tu pesariya wê yî zagonî tune ye.” Di îddianameyê de, axaftina Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek ya ku di 9’ê kanûna 2015’an de li Med Nûçe TV’yê kiribû jî cih girt. Îpek di axaftina xwe de ji dêvla Diyarbekirê Amed gotibû û di îddianameyê yê de ji bo vê wiha hat gotin: “Dema behsa bajarê Diyarbekirê dike, navê Amedê yê ku KCK qaşo wê wek eyaleteke Kurdistanê qebûl dike bi kar aniye û bi awayekî eşkere nîşanda ye ku tabiî mebestên KCK’ê yên dabeşker e…”
Dozger, pervekirinên Hevserokê Şaxa SES’ê Ramazan Kaval ên li ser civaka medyayî ji bo alîkariya Rojavayê parvekiribûn jî wek sûc qebûl kir.
Di beşa encamê ya îddianameyê de dozgerê ku parast Newroz “li ser fermanên rêxistinê hatiye lidarxistin”, ji bo endamên Komîteya Amadekar jî ev îdia nîşan dan: “Li ser fermanên ku bi awayekî sîstematîk ji rêxistinê digirin, di bin navê faaliyetên siyasî de li ser navê rêxistinê çalakiyan li dar dixin.”
Wê yekemîn rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.