STENBOL - Lijneya Rêveberiyêya HDK'ê bang li her kesî kir ku ji bo edaletê dakevin kolanan û beşdarî meşên li Enqere û Stenbolê bibin û wiha got: "Em bang li hemû meclîsên me yên herêmî, hevparên xwe, hemû beşên civakê yên li ser rêgeha meşê dikin ku bi rê û rêbazên guncav daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman û ji bo vê yekê dakevin kolanan."
Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo beşdarî meşa Edaletê ku CHP'ê daye destpêkirin bibin daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK'ê di daxuyaniyê de bang li hemû saziyên sivîl ên demokratîk û hevparên xwe kir ku li Enqere û Stenbolê dakevin kolanan û beşdarî meşa Edaletê bibin. HKD'ê diyar kir ku Îktîdara Qesrê di 7'ê Hezîranê de li dijî hemû hêzên muxalif pêvajoya şer daye destpêkirin û piştî 15'ê Tîrmehê li dijî hemû hêzên muxalif darbeya dijber pêş xistiye. HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku îktîdara Qesrê darbe ji darbeyê derxist û wiha got: "Daraza raste rast girêdayî qesrê ava kirin. Bi destê Daraza Qesrê rê li pêş hemû rexne, raman, daxuyanî û dengên cuda girtin. Çapemenî û rojnameger bûn hedef. Kilît li deriyê çapemeniya pêşketî xistin. "
HDK'ê destnîşan kir ku Hevserokên HDP'ê, Wekîlên HDP'ê û bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen û nivîskar û rêveberên HDP'ê hatin girtin. Mirov bi saxî hatin şewitandin. Xanî bi ser wan de hatin xerakirin. Qesên serê xwe li ber Qesrê netewandin hatin bêdengkirin û hatin dûrxistin. Bi OHAL û KHK'ê bi deh hezaran mirov ji karên xwe hatin îxrackirin. Tu carî heq, hiqûq û edalet ew qas neketibû bin piyan. Di vê pêvajoyê de ewlehiya tu kesî nemaye."
HDK'ê bal kişand ser meşa Edaletê ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ku ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve daye destpêkirin û wiha berdewam kir: "Mekanîszayên siyasî û hiqûq ew qas ji cewherê xwe dûr neketibû. Wekî ku Kiliçdaroglu ji Dewlet Bahçelî re gotibû 'Adalet dê rojekê ji tere jî lazim bibe" gîrîng e. Qesr îdîa dike ku meşa CHP'ê dijzagonî ye û bi darazê gefan li Kiliçdaroglu û CHP'ê dixwe. Meşa Edalete rewa ye. Ya ne rewa ne derketina kolanan e. Ya ne rewa desteserkirina hemû erk û hêzê ye. Em bang li hemû meclîsên me yên herêmî, hevparên xwe, hemû beşên civakê yên li ser rêgeha meşê dikin ku bi rê û rêbazên guncav daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman û ji bo vê yekê dakevin kolanan."