ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê binpêkirina mafan ên meha Nîsan û Gulanê aşkere kir. ÎHD diyar kir ku li girtîgehan, jin û zarokan 2 hezar 479 caran mafên zarokan hatine binpêkirin.
Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê binpêkirinên mafan ên meha Nîsan û Gulanê li herema Egeyê pêk hatin bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re parve kir. ÎHD'ê li avahiya komelê civîn pêk anî. Di civînê de hat diyarkirin ku di meha nîsan û gulanê de ji girtîgehan bigire heta mafê zarok û yên penaberan 2 hezar û 479 mafên mirovan hatine binpêkirin. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek rapor xwend û binpêkirinên mafan wiha rêz kir:
* Di referandûmê de nijadperest û hêzên dewletê gelek êrîşan li dijî piştgirên kampanya “Na” pêk anîn. Li dijî van kesan pêla binçavkirin û girtinan hat li darxistin. Ji van kesan hêj hin kes girtî ne.
* Li girtîgehan li dijî binpêkirina mafan 64 roj greva birçîbûnê dom kir. Di vê demê de gelek binpêkirinên mafan li yên din zêde bûn.
* Di serî de HDP li dijî hemû aliyên muxalîf û çepgir binçavkirin û girtin pêk hatin. Gelek kes ji ber parvekirinên medya civakî tên binçavkirin û girtin. Di nav du mehan de 316 hatin binçavkirin û 36 jî hatin girtin.
* Peneberên xwestin di ser Tirkiyê re biçin Yewnanîstanê 976 hatin girtin û ew şandin navendên zivirandinê. Di meha nîsanê de penaber rastî êrîşên nijadperest hatin.
* Di Nîsan û Gulanê de 14 qezayê kar çêbûn û 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
* Li dijî zarokan 15 bûyerên tacîz û tecawizê çêbûn û zarokek jî bu qurbaniyê cinayete.
* Di du mehan de 9 jin hatin kuştin, 11 jin rastî tundiyê hatin û birîndar bûn û jinek jî rastî tecawizê hat.
* Li girtîgehan bi dehan binpêkirinên mafan pêk tên û girtî rastî pêkanîn dijwar hatin.
* Dîsa 2 gotinên nefrete, 1 peywîra nebaş bikaranîn, 3 êrîşên nijadperest û di referandûmê de binpêkirina astengiya propagandayekî hatin tespîtkirin.