AMED - Li navçeya Lîcê ya Amedê welatî Osman Yalavuz bi guleya leşkeran birîndar bû û hêj di komayê de ye. Birayê Osman Bakî Yalavuz, diyar kir ku leşkeran bi zanebûn birayê wî birîndar kirine û berê birîndar kirine û pişter îşkence lê kirine.
Leşkeran li Gundê Beşîştê yê navçeya Lîceya Amedê welatî Osman Yalavûz ê 30 salî dema di Çemê Sarumê re derbas dibû û diçû nava baxên xwe, gule berdan wî û ew birîndar kirin. Leşkeran saet di 07.00'an Yalavûz ji milê wî ve birîn kir û piştre îşkence lê kirin. Leşkeran piştî îşkence lê kir got "Terorîstên vir li ku ne? û zext li ser wî meşandin.
MAM Û BRAZÊ LI KU NE NAYÊ ZANÎN
Piştî bûyerê Yalavuz 3 saet şûnde ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê kirin. Leşkeran piştî bûyerê Mehmet Yalavûz û birazyê wî Mesut Yalavuz binçavkirin. Lê nayê zanîn ku Mehmet Yalavûz û Mesût Yalavûz birine ku û agahî ji wan nayê girtin. Birayê Osman Yalavuz Baki Yalavuz, diyar kir ku di operasyona leşkerî de sivîlan bi zanebûn dikin hedef û wiha got: "Bi zanebûn birayê min dan ber guleyan. Piştî birayê min birîndar kirin îşkence li wî kirin. Birayê min li gund şivaniyê dike. Çawa leşkeran ew dîtine gule berdane wî."
GUND DI BIN ZEXTAN DE NE
Yalavuz, diyar kir ku operasyon li gundê wan 3 rojin berdewam dike û gundê wan di bin zext û dorpêça leşkeran deye. Yalavuz, destnîşan kir ku ji salên 90'i heta niha gundên wan di bin zextan dene û zextên niha ji her demê bêtir zêde bûne û wiha got: "Çi çara ku leşker li herêmê operasyonê pêk tînin bi ser gund de digirin û ciwanên gund an binçav dikin an jî wan birîndar dikin. Dema li vir operasyonê çêdikin welatiyên gund binçav dikin û digirin."
‘EM DÊ GILÎ BIKIN'
Yalavuz, anî ziman ku ew dê dozê bişopînin û şopdarê dozê bin û wiha bi dawî kir: "Leşker ji welatiyan gund pirsên "Çi karê we li gund heye? dipirsin. Dibêjin ji ber ‘OHAL’ê ez çi bixwazim dikarim bikim. Dibêjin kes nikare mudaxaleyî min bikin. Berê birayê min birîndar kirin û piştre îşkence lê kirin. 3-4 şarjor li ser birayê min reşandine. Tenê guleyek li birayê min ketiye. Piştî birîndar kirin û îşkence kirin 3 saet şûnde birin nexweşxaneyê. "