AMED - Di pevçûna gundê Dîbek ê Licê de leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li Licêya Amedê ev nêz, mehekê ye bi beşdarbûyîna 10 hezar leşker, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî didome. Li bejahiya gundê Dîbekê ku li herêma Sîsê ye pevçûneke dijwar qewimî. Hat hînbûn ku di pevçûnê de leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê.