AMED – Insiyatîfa Maf a li şûna MAZLUM-DER’ê hat avakirin li taxên Alîpaşa û Lalebêy xwarina fitarê da û bi welatiyan re hat cem hev.
Li taxên Alîpaşa û Lalebêy ên Sûra Amedê ku tên xerakirin bi pêşengiya Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na xwarina fitarê hat dayîn. Xwarin îro ji aliyê Insiyatîfa Maf a ku di şûna MAZLUM-DER’a hat girtin de hatiye avakirin hat dayin. Insiyatîfê xwarina fitarê li ber Dêra Dayika Meryem li kolanên derdorê sofre raxistin. Li kolanan sofreyên dirêj hatin raxistin û xwarin hat dayîn. Şêniyên taxan, endamên platform û însiyatîfê amade bûn. Li kolanên dîrokî teyfikên xwarinê ji destdan dirêjî destan kirin û li ser sofreya erdê raxistin. Piştî mele bang da welatî fitirîn.