Rojnameger Guleş li emniyetê tê girtin

XARPÊT - Rojnameger Mehmet Guleş ê dema nûçe dişopand hate binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Xarpêtê tê girtin.

Rojnameger Mehmet Guleş ê dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand ji aliyê polîsên ku kontrola nasnameyan kirin ve hate binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Xarpêtê tê girtin. Guleş ê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate binçavkirin hê jî îfadeya wî nehatiye girtin.

Nayê zanîn ku îfadeya Guleş dê kengî bê girtin.