EDENE - Rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dan nexweşê Wernicke Korsakoffê girtiyê bi navê Kemal Ozelmali ku tim direhile, bîrsarî lê peyda dibe û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Endamê ÎHD'ê Mehmet Anil, bi bîr xist ku tam 30 sal in ku Ozelmali di girtîgehê de ye û wiha got: "Ne mumkun e ku di van şert û mercan de bijî."
Li gor rapora dawî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 323 jê giran bi giştî 905 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş jî nexweşê Wernicke Korsakoffê Kemal Ozelmali ye. Ozelmali li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edîrneyê tê girtin û tam 30 sal in di girtîgehê de ye. Hat destnîşankirin ku, êdî tu tişt nayê bîra Ozelmali.
HER KU DIÇE REWŞA WÎ XERABTIR DIBE
Ozelmali, di dema darbeya 80'yî de 7 salan di girtîgehê de ma û di salên 90'î de careke din hat girtin. Ozelamli, di sala 1999'an de li dijî polîtîkayên çewisandinê yên li girtîgehan tevlî rojiya mirinê bû. Nêzî 300 rojî di rojiya mirinê de ma û paşê nexweşîna Wernicke Korsakoffê lê peyda bû. Piştî bi vê nexweşînê ket, êdî Ozelmali nizane ku di girtîgehê de ye û her ku diçe nizanê çi dibêje û kesên li derdora xwe nasnake. Ji ber birîndarbûnê lingê wî yê çepê seqet bûye û bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên rojane bi cih tîne. Di demên dawî de laşê Ozelmali direhile û nikare mîza xwe ragire.
DU CARAN RAPORA SAXLEMBÛNÊ DANÊ
Piştî ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" danê, hat tehliyekirin û paşê hat xwestin ku wî bişînin leşkeriyê. Piştî muayeneya ji bo leşkeriyê rapora "Nikare biçe leşkeriyê" danê. Lê belê, ji ber ku ji bo îmzeyê neçû qereqola polîsan dubare hat girtin. Di rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî hat amadekirin de wiha hat gotin: "Tu talûkeya mayîna wî ya li girtîgehê tune ye." Ozelmali du caran birin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê û rapora saxlembûnê danê. Ji bo raporê pirsa "Tu ji kuderê têyî?" ji Ozelmali pirsîn û Ozelmali jî bersiva "Edene" da û her wiha ji ber ku karibû heta 10'an bihejmêre rapor saxlembûnê danê.
Ji bo înfaza Ozelmali bê rawestandin, di meha Adarê de serî li Dozgeriya Înfaza Cezayê hat dayîn û hat xwestin ku ji Saziya Tiba Edlî rapor bê xwestin. Dadweriyê ji dêvla ku Ozelmali sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bike, sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Numûneyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Edeneyê kir. Desteya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Numûneyê rapor amade kir û ji bo Ozelmali teşhîsa "Xerabûna amnestîka sivik û ataksiya sivik" danî. Her wiha di raporê de biryara "Defîsîta norofonksîyonel tune ye. Ne berastengekî giran e. Dikare li xwe binere. Înfaza cezayê girtîgehê, xetereyeke jiyanî teşkîl nake" da û der barê Ozelmali de hat gotin ku "dikare di girtîgehê de bimîne."
"NE MUMKUN E KU BIJÎ'
Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'a Edeneyê Mehmet Anil, bertek nîşanî raporê da. Anil, got ku her diçe rewşa Ozelmali xerabtir dibe û ew ê bi riyên huqûqî îtirazî raporê bikin. Anil wiha axivî: "Bi pêkanînên kêfî yên rêveberiyan îşkence, tecrîd, sirgûn, sewqî û hwd. tên kirin. Mafên jiyanê yên mirovane ên girtiyan ji dest wan tên girtin, dixwazin tenê bên hiştin, nexweş bikevin û bi vî awayî zemîna mirinê amade dikin. Di şert û mercên girtîgehê de ku gelek derhuqûqî çêdibin, ne mumkun e ku mirov bi awayekî tenduristiyane bijîn. Ne mumkun e ku Kemal Ozelmali di van şert û mercan de bijî."