STENBOL - Meclîsên Na'yê ku di referandûma 16'ê Nîsanê de li eniya "Na"yê hatibûn cem hev, diyar kirin ku ew ê tim bibêjin "ji bo her kesî edalet".
Meclîsên Na'yê yên Stenbolê ku di pêvajoya referandûmê de hatibûn avakirin, piştî referandûmê jî xebatên xwe bi rê ve dibin. Meclîsên Na'yê hewl didin ku bi nexşerêyeke nû bi pêş ve biçin. Piştî "Meşa Edaletê" ya ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ve hat destpêkirin, Meclîsên Na'yê biryar dan ku ew ê bi daxwaza "Ji bo her kesî edalet" tevbigerin.
‘DIVÊ VEGUHERE DAXWAZA JI BO HER KESÎ EDALET'
Ji dildarên Meclîsa Na ya Şîşliyê Evîn Dogû (59), diyar kir ku ji 16'ê Nîsanê ve ew bênavber xebatên xwe bi rê ve dibin. Dogû, got ku ji bo berdewamiya kampanyaya "Na"yê ew dikarin bi çalakiyên bêîteatiya sivîl tevbigerin. Dogû, dest nîşan kir ku ew dixwazin ji girseyan re vebêjin ku yên rewa ew in û ya ne rewa îktîdar bi xwe ye. Dogû, balê kişand ser "Meşa Edaletê" ya CHP'ê û got ku, di dema betalkirina destnedayînan de tewrê CHP'ê tewreke şaş bû. Dogû wiha got: "Dibe ku CHP jî ev yek dabe destpêkirin. Me negot CHP ev tişt kir û 'çi tê serê wê bila bê serê wê'. Edalet ji bo her kesî divê. Ji ber vê yekê divê ku ev meş veguhere meşeke daxwaza edaletê ya ji bo her kesî."
Ji dildarên Meclîsa Na ya Beşîktaşê Ruya Kûtûkûş jî, dest nîşan kir ku ev daxwaza wekhevî, demokrasî û edaletê li kuçeyen zeximbûye. Kûtûkûş, got ku ji bo edaletê pêşî pêdivî bi demokrasî û wekheviyê heye. Dildarê Meclîsa Na ya Beşîktaşê Mevlut Polat jî, diyar kir ku di vî warî de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin û ji Meclîsa Na ya Bakirkoyê Melek Onder jî, ew dikarin gefên Serokomar Erdogan ên ji bo Kiliçdaroglû bi têkoşînê li valahiyê derxînin.
Ji Meclîsa Na ya Kadikoyê Ûlaş Degerlîyûrt jî wiha got: "Ji ber em li hemberî pêkanînên li Sûr, Cizîrê bêdeng man îro em di vî halî de ne. Dema em doza edaletê bikin divê em ji bo her kesî, ji bo hemû parlementerên girtî bikin."