Hevşaredarê Qereyaziyê Karabakan hat binçavkirin

ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê yê DBP'î Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn tê kirin.

Îro serê sibehê li navçeyên Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê polîsan bi şer şaredariyan de girtin, hevşaredar hatin binçavkirin, qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê hat kirin. Polîsan vê carê jî bi ser Şaredariya Qereyaziyê ya Erziromê de girtin.

Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan di saetên nîvro de li navenda navçeyê hat binçavkirin. Hate hînbûn ku Hevşaredar Karabakan birine Midûriyeta Emniyetê ya Erziromê.

AVAHIYA ŞAREDARIYÊ HAT DORPÊÇKIRIN

Piştî ku Hevşaredar Karabakan hat binçavkirin vê carê jî avahiya şaredariyê ji aliyê polîs û wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin. Polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin û ketin hundir dest bi lêgerînê kirin.

Polîs nahêlin kesek nêzîkî avahiyê bibin.