Girtiyên jin ên li Girtîgeha Şirnexê: Em rastî şideta devkî û fizîkî tên

ŞIRNAK - Girtiyên jin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, derpêşkirin ku hevalên wan ên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin li odeyeke ku kamera lê tune rastî şideta bi devkî û fizîkî hatine.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên ragirtin, nameyek şandin û di nameyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Jinan, dest nîşan kir ku bi taybetî jî piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde bûne. Hat ragihandin ku, di dema sewqkirina nexweşxaneyê û birina dadgehê de gardiyan dora yek rêzê li wan ferz dikin.

‘LI ODEYA BÊ KAMERA RASTÎ ŞIDETÊ HATIN'

Girtiyan, derpêş kir ku nêzî du hefte berê du hevalên wan ji bo emeliyatê birine nexweşxaneyê û di dema birinê de ew xistine odeyeke bê kamera û li wir bi devkî û fizîkî şidet li wan kirine. Girtiyan, ragihand ku wan gilî kiriye lê belê giliya wan hatiye redkirin. Jinên girtî anîn ziman ku, mafê wan ê telefonê 15 rojan carekê ye û êdî mafê wan ê hevdîtina vekirî jî 2 mehan carekê ye.

‘BÊYÎ BIXWÎNIN DAXWAZNAMEYÊN ME DAVÊJIN ÇOPÊ'

Girtiyan, diyar kir ku eşyayên wan ên bi kargoyan tên jî bi mehan li depoyan tên rawestandin. Girtiyan got ku, di demên dawî de gelek hevalên wan hatine sirgûnkirin. Girtiyan, dest nîşan kir ku hin qawîşên ku ew lê bûn hatine valakirin û girtiyên edlî, îtirafkar û FETO'yî hatine bicihkirin. Girtiyan, dest nîşan kir ku bi vê yekê re dixwazin provakasyonan çêbikin.

Girtiyên jin, anîn ziman ku wan xwestiye der bar pêkanînên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê çêbikin, lê belê bêyî ku daxwaznameyên wan bixwînin wan davêjin çopê.

Der barê îdiayan de em li rêveberiya girtîgehê geriyan, lê pirsên me nebersivandin.