AMED - Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku bûyerên mirinê yên ji ber wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran diqewimin wek qezayê nayên pênasekirin. Bîlîcî, got ku tekane sedema van bûyeran ew e ku, hêzên dewletê cesaretê ji OHAL'ê werdigirin.
Li Tirkiyeyê, bi îlankirina OHAL'ê re her ku diçe binpêkirina mafan û mirina bi wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran zêde dibe. Ji 6'ê Îlonê heta niha li Dersim, Kerborana Mêrdînê, Amed, Wan û navçeya Silopiya ya Şirnexê ji ber wesayîtên polîs û leşkeran 6 welatî mirin. Herî dawî jî li Licêya Amedê wesayîta zirxî ya poîlîsan Pakîze Hazar a 85 salî eciqand. Alîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku ev "qeza" ji ber rehavetiya ku OHAL daye ajokarên van wesayîtan diqewimin.
‘OHAL KÊFÎTÎ YE'
Bîlîcî, diyar kir ku bi pevçûnên 2015'an ên li bajarên herêmê destpêkirin re dewlet hêzeke zêde bi kar tîne û ji ber vê binpêkirinên mafan zaf zêde bûne. Bîlîcî wiha axivî: "Bi îlankirina OHAL'ê re ev gihaşt asta herî jor. OHAL kêfîtî ye. OHAL tê wateya bi rêvebirina welat a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de. Li cihê ku kêfîtî lê hebe huqûq lê tune ye. Daraz bi kêfîtî tevdigere û hêzên dewletê bi kêfîtî tevdigerin û ev jî nîşan dide ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnan de tevdigerin."
Bîlîcî, dest nîşan kir ku bi zêdebûna kêfiyetê ya OHAL'ê re mirov hatine asta ku welat biterikînin û wiha got: "Di serdemên OHAL'ên berê de der barê mirovan de lêpirsîn dihatin destpêkirin. Ew daraza ku pê nebawer, ew daraza ne bêalî dîsa belge berhev dikirin û piştî belge berhev dikirin paşê hikm dida. Lê ya wê demê bi qasî ji sedî 10 a niha jî bandor li siyaseta sivîl, siyaseta legal, rêxistinên civaka sivîl, mirovên zanyar, akademîsyen, rojnamger û hwd. nekir."
‘DÊ ÎKTÎDAR NEHÊLE KU MUXALEFET BIJÎ'
Bilîcî ku got "Domandina OHAL'ê tê wateya zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan" anî ziman ku, heke OHAL bidome dê îktîdara siyasî mafê jiyanê yê hemû kesên ku wek wê nafikirin bin pê bike. Bilîcî, dest nîşan kir ku heke OHAL dîsa bê dirêjkirin dê şikestin û veqetîn kûrtir bibe û wiha got: "Em hêvî dikin ku îktîdara siyasî dev ji van pêkanîn xwe berde, derbasî rewşeke asayî bibe û çi hewce be bike."
‘WEK QEZAYÊ NAYÊ PÊNASEKIRIN'
Bîlîcî balê kişand ser mirinên ku ji ber wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran çêdibin û wiha got: "Em nikarin ji van pêkanînan re bibêjin qeza. Tekane sedema vê ji ber kêfiyeta ku OHAL'ê bi xwe re aniye." Bîlîcî, dest nîşan kir ku hêzên dewletê ji ber OHAL'ê serobero tevdigerin û wiha axivî: "Li vî welatî ji bo hêzên dewletê polîtîkaya bêcezatiyê heye. Bi taybetî jî li vê herêmê, der barê tu hêzên dewletê yên ku bi derhuqûqî tevgeriyane de lêpirsînek, lêkolînek nehatiye destpêkirin, yek jê jî derneketiye pêşberî darazê. Ev yek jî cesaretê dide gelek hêzên dewletê. Çi li derve û çi li hundur îşkenceyê dike, maumeleyên kirêt dike û ji xwe li derve jî di warê qezayên bi vî rengî de bi kêfî tevdigerin. Li Silopiyayê me ev tişt dît, li Licê me ev tişt dît, li bajarên din me ev tişt dîtin. Yanî mirov dikare bibêje ku ji ber rihetiya ku OHAL daye wan wisa tevdigerin."