'Ji bo em li dijî neheqiyê serî natewînin em rastî zilmê tên'

ENQERE - Girtiyên ji Girtigeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê Name şandin diyar kirin ku ji ber ew li dijî zilmê û pêkanînen keyfî serî natewînin zextên li ser wan sêde ne. Girtiyan anîn ziman ku piştî OHAL'ê Wezareta Edaletê bi keyfî nêzî wan dibe û zext zêde kirine. Girtiyan anîn ziman ku dixwazin wekî koleyan tev bigerin.

Girtiyên siyasî yên li Girtigeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê dimînin zextên li girtîgehê kirin rapor û bi riya nameyekê ji şandin. Girtiyan pekanînên di meha Adar Hezîranê de li ser wan tê meşandin yek bi yek rêz kirin û destnîşan kirin ku ji ber ew li dijî pêkanînen keyfî û zilmê serî danînin rastî zext û tundiyê tên. Girtiyan, anîn ziman ku ew rastî pêkanînên keyî yên Wezareta Dadê tên li ser wan hiqûqa li dijî mirovahiyê tê meşandin. Girtiyan destnîşan kir ku ew li diji hemû zextên li dijî mirovahiyê ji bo parastina rûmeta xwe têdikoşin.

Girtiyan zextên li girtîgehê wina rêz kirin:

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ

* Girtî Taner Korkmaz û Murat Kaymaz ji Adarê heta niha mafê wan ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin. Di zagonan de heri zêde 3 meh ceza dikarin bidin, lê 2 girtî zêdeyî 4 mehin nikarin telefonî malbaên xwe bikin.
* Mecit Şahinkaya ji 9'ê Gulanê heta niha nikarin bi derve re têkiliye dînin.
* Rabenna Hanedar ji 18'ê Gulanê heta 5'ê Heziranê rastî cezayê hucreyê hat. Rebenna Hanedar, rojê tenê dikare saetekê derkeve hewa bistîne. Mafê wî yê telefonê yê ji 15 rojan cerekê ji destê wî hatiye girtin.
* Akil Nergiz û Yusuf Kenan Dinçer 2 mehan cezayê ziyaran li wan hat birin.
* Talat Şanli ji 8'ê Gulanê û şûnde mafê wî yê civakî û çandî ji destê wî hat girtin.
* Cezayê Akil Nergiz, Talat Şanli, Taner Korkmaz û Rebbena Hanedar ji aliyê 2'emin Dadgeha Cezayên Giran ve hat erêkirin. Sedema cezayê dîsîplîne jî wekî slogan, lêdana deriyan hat nişandan.
* Yusuf Kenan Dinçer bi hinceta bi personelan re niqaş kiriye rastî 15 roj cezayê hucreyê hat.
* Taner Korkmaz û Murat Kaymaz rastî cezayê nameyan hatin. Bi îdîaya di zarfa Mecit Şahinkaya de name şandine 3 girtî rastî cezayê qedexeya mafê candî hatin.

MAFÊ PIRTÎK Û WEŞANÊ JI DESTÊ WAN GIRTIN

* Li girtîgehê pîrtûk tên bi sinorkirin. Dîsa pîrtûkên ji derve tên nayên dayîn. Pirtûkên malbat dişînin nagirin hundir. Pirtukênku girti ji girtîgehên cuda bi xwe re tinin jî destûr nadin ku 10 heban bigirin.
* Weşana Sosyalist, kovar û rojnameyên kurdî nadin girtiyan.

MAFÊ SOHBETÊ JI DESTÊ WAN HAT GIRTIN

* Mafê sohbetê yê ku hefteyê 10 kes dikarin 10 saetan bên cem hev daxistine 2 saetan. Girtiyên DHKP-C'ê jî ev maf bi temamî ji deste wan hatiye girtin.

MAFÊ HEWŞÊ JI DESTÊ WAN HATIYE GIRTIN

* Li girtîgehê li gel ku deriyên hewşê saet di 06:00'an de vedibin jî derî li girtiyên DHKP-C'ê piştî jimara sibê saet di 08:30'an de vedikin.

MAFÊ ZIYARETÊ JI DESTÊ WAN HATIYE GIRTIN

* Mafê hevdîtina vekirî ku mehê saetek e, bi hinceta OHAL'ê derxistine ji 2 mehan 45 deqiqeyan.
* Girtiyên ji heman dozê tevî ku ziyareta wan di heman saetê de bû jî bi keyfî ji hev cuda kirine. Girtiyan bi îtîrafkar û kesên cuda re derdixin ziyaretê.

MAFÊN DIN

*Piştî meha gulanê av bi sînor kirin. Ji bo şuştina firaq, cil, serşuştin û paqijiyê, rojê 200 lt ava sar û 50 lt ava germ didin girtiyan. Ava vexwarine qet nadin. Girti neçar dimînin ava qirej ji kaniyê vexwin.
* Malzemeyên kirtasiye nadin wan.
* Qanalên TV ji aliyê rêveberiyê ve tên diyarkirin û gelek qanal tên sansurkirin.
* Maqbuzên pereyan ku ji bo girtî hesabe xwe bişopînin bi hefteyan dereng didin wan.
* Pereyên demîrbaş ji girtiyan distînin.
* Yusuf Kenan Dinçer ku di ketina girtigehê re dastî îşkenceyê hatibû û gilî kirbû biryara bê şopadine hat dayin.
* Daxwaznameyên girtiyan ên ji bo daxwazen xwe bînin ziman ten windakirin.