Şervanê Îrlandayî: Reqqa dê bibe bajarê gelan

REQA - Şervanê YPG'yê yê îrlandayî Çiya Demhat, diyar kir ku li Rojhilata Navîn dilê şoreşê li Rojavayê davêje. Demhat, got ku têkoşîna IRA ya ku li Îrlandayê têdikoşe heverastî ya YPG'ê ye û ji ber vê ew li Rojava şer dike.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya bi navê "Cenga Mezin" ku ji bo Reqayê ji dest DAIŞ'ê derxîne û rizgar bike da destpêkirin, bi awayekî berfireh didome. Heta niha şervanan 5 tax rizgar kirine. Lê belê DAIŞ'ê li taxên El Berîd û Battaniyê êrîşî şervanan kir. Şervanan demildest bersiva êrîşan dan û çeteyan ji quwet xistin. Herî dawî Taxa Sînaa hat rizgarkirin û niha li van deran fealiyetên arav û taravkirinê tên kirin. Di dema xebatên lêgerînê de şervanan dest danî ser îmalatxaneya çekan a DAIŞ'ê. Di vê operasyonê de li gel şervanên herêmê, gelek şervanên enternasyonalîst jî cih digirin. Yek ji van şervanan jî Çiya Demhatê îrlandayî ye. Demhat, dest nîşan kir ku têkoşîna IRA û YPG'ê zaf dişibe hevdu û ji ber vê wî berê xwe daye Rojavayê.

Demhat, diyar kir ku 4 meh berê ew hatiye Rojavayê û demildest ew di perwerdehiya siyasî û leşkerî re derbas bûye. Demhat, anî ziman ku ew zû adapteyî jiyana xwe ya nû bûye û di demeke kurt de ew û şervanan hînî hevdu bûne. Her wiha Demhat ragihand ku, ew ji şervanan hînî kurdî jî bûye. Demhat, dest nîşan kir ku ji Cîhanê ber bi Rojavayê herkanek heye û li Rojhilata Navîn dilê şoreşê li Rojavayê davêje.

ŞOREŞA ROJAVAYÊ BELAV DIBE

Demhat ragihand ku, şoreşa Rojavayê li her derê Sûriyeyê belav dibe û ew niha li Reqayê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Demhat, anî ziman ku ji bo rizgarkirina Reqayê wan operasyoneke berfireh daye destpêkirin û wiha got: "Min xwest alîkariya gelê kurd û hemû gelên Sûriyeyê bikim û ji ber vê tevlî YPG'ê bûm." Demhat, dest nîşan kir têkoşîn bi Sûriyeyê re ne sînorkirî ye û ev bûye malê hemû gelên cîhanê.

IRA Û YPG JI BO CIVAKÊ NE

Demhat, dest nîşan kir ku têkoşîna gelên Îrlanda û Kurdistanê dişibin hevdu û wiha axivî: "Xeta Artêşa Komarê ya Îrlandayê (IRA) yên li Îrlandayê şer dikin û ya YPG'a ku li Rojava şer dike heverastî hev in. Her du jî li dijî dijminên hêzdar şer dikin. Her du jî ji bo civakê têdikoşin û dixwazin xizmeta gel bikin. Gelek dijminên gelê Kurdistanê hene. Tu carê ji têkoşînê bi paş ve gav neavêgtin. Ji ber van taybetmendiyan hatim vir û şer dikim. Dixwazim bidomînim."

DÊ REQA BIBE BAJARÊ GELAN

Demhat, dest nîşan kir ku niha çavê hemû cîhanê li Reqayê ye. Demhat, got ku wek her carî ew ê vê carî jî bi serketinî operasyonê temam bikin. Demhat, diyar kir ku ew ê di demeke kurt de bajar wergirin û dê Reqa bibe bajarê gelan.

Nazim Daştan - dihaber