AMED - Dadgeha Bilind 150 sal cezayê li 13 siyasetmedarên kurd ku Hevşaredaê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî heye, ji Doza Sereke ya KCK'ê dihatin darizandin hatibû birîn xera kir. Dadgeha bilind, tevlêbûna merasima cenazeyên PKK'ê, pîrozbahiyên Newroz û 8'e Adarê wekî xebatên partiyên siyasî pênase kir û sûc nedît.
Li Wanê di 2012'an de di operasyona doza KCK'ê ya sereke de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî heye 13 kes hatibûn girtin û piştre serbest hatibûn berdan. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê li 13 siyasetmedarên kurd heta 150 sal cezayê Girtîgehê birî bû. 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê ku dadgeha herêmî birîbû xera kir. Piştî parêzeran ceza îtîraz kirin û serî li Dadgeha Bilnd da, Dadgeha Bilind ceza xera kir. Pişti dadgeha herêmi ceza birî parêzerên 13 siyasetmedaran îtîraz kir û serî li dadgeha bilind da. Heyeta Dadgeha bilind der barê bersûc Bekîr Kaya û Prz. Cuneyt Caniş de diyar kir ku lêgerîna lêgerîn û desteserkirina alav û amûran de li dijî hiqûqê ye. Dadgehê anî ziman ku fîlên li ser bersûcan hatine barkirin ne sûc in. Dadgehê destnîşan kir ku xebatên siyasî ne û ne sedema hikûm û ceza ye. Dadgehê da zanîn ku mafê parastinê yê bersûcan hatiye îhlalkirin û dosya disa li dadgeha herêmî vegerand.
HÎNCETÊN GIRTÎNÊ WEKÎ SÛC NEDÎT
Heyeda dadgeha bilind hinceta girtina siyasetmedarên kurd ên di sala 2012'an de ji doza “KCK” hatin girtin, wekî sûc nedît û tevlêbûna merasima cenazeyên PKK'ê, pîrozbahiyên Newroz û 8'e Adarê wekî xebatên partiyên siyasî pênase kir û sûc nedît. Heyetê xebatên siyasetmedarên kurd wekî xebatên partiyên siyasî pênase kir û anî ziman ku ne sûc in.
Prz. Mesut Beştaş, anî ziman ku biryara Dadgeha Bilind mînak e û xwest ev biryar esas bê girtin. Beştaş, anî ziman ku der barê xebatên pariyên siyasî biryarên minak ên Dadgeha Qanûna Bingehîn hene. Beşdar, da zanîn ku darazê wekî amûr bikar tinin û dixwazin bi riya darazê siyaseta muxalif bedeng bikin. Beştaş, destnîşan kir ku heta niha gelek siyasetmedar u wekîl ji ber axaftinê xwe hatine girtin û cezakirin wiha got: "Gelek siyasetmedar ji ber xebatên xwe yên partiyên siyasî hatine darizandin û cezakirin. Hemû siyasetmedarên kurd ji ber xebatên partiyên siyasî hatin darizandin. Mixabin hêj gelek siyasetmedarar ji ber xebatên partiya siyasî tên darizandin.