Pasaporta 46 rojnamegerên kurd dubare betal kirin

STENBOL - Rûniştina doza 46 rojnamegerên kurd, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de pasaporta 46 rojnamegerên kurd dubare hat betalkirin.

Rûniştina doza 46 rojnamegerên kurd ku lêpirsîna “Çapemeniya KCK'ê" tên darizandin li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê des pê kir. Di rûniştina dozê de rojnameger Davut Uçar, Ertuş Bozkurt, Mazlum Ozdemîr, Çagdaş Kaplan, Sadik Topaloglu, Turabi Kişin, Evrim Kepenek, Ayşe Oyman, Selahattin Aslan, Guneş Unsal, Sîbel Guler, Hamza Sumelî û Çagdaş Ulus û parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz li salonê amade bûn.
Heyeta dadgehê tevî ku berê pasaporta rojnamegeran hatibû betalkirin, heyeta nû dubare biryar da ku pasaporta rojnamegeran betal bibe. Heyeta nû nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê re nivîs nivîsand û xwest pasaporta rojnamegeran betal bike.
Di rûmiştina dozê de Prz. Sînan Zincir, diyar kir ku berê heyetê navê min ji girtekê derxistibû û xwest dubare navi wî neyê derxistin. Li ser vê yekê heyetê bertek nişan da û got "Hûn bi nêta baş tev nagerin"
Heyeta dadgehê bi hinceta heyet hatiye guhertin ji bo dosya bê lêkolînkirin doz taloqî 13'ê Cotmehê kir.


Di 20'ê Kanûna 2011'an de xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Demokratik Modernite û Belavkariya Firatê jî di navde 46 rojnamegerên kurd hatibûn binçavkirin. 32 rojnameger di 24'ê Kanûnê de hatibûn girtin. Dozger wêne, nûçe, roportaj û têkiliyên bi çavkaniyên nûçeyan re wekî delîl nişan dabû. Heyeta dadgehê ji 32 rojnamegeran 17 rojnameger piştî girtina 2 salan serbest berdabûn. Rojnamegerên din piştî Dadgeha Bi Rayeya Taybet hat rakirin û şûnde serbest hatibûn berdan.b

3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di 27'ê Adara 2014’an de rojnameger Mazlum Ozdemir, Seyhmus Fîdan, Huseyin Deniz, Nevîn Erdemir, Semiha Alankuş, Kenan Kirkaya, M. Emin Yildirim û Haydar Tekin serbest hatin berhdan. Di 12'ê Adara 2014'an de rojnameger Mikail Barut, Nurettin Firat, Ertuş Bozkurt, Turabi Kişin, Ramazan Pekgoz, Yuksel Genç û Davut Uçar serbest hatin berdan. Rojnameger Mikail Barut ji dozek din dîsa hat girtin.