AMED - Welatiyê ji gundê Beşişte ya navçeya Licê Osman Yalavuz ji bo baxçeyê xwe av bide, çibû herêmê û bi guleya leşkeran bi giran birîndar bûbû, kur apê wî Mesut Yalavuz ê ji pişt ve destê wî hatin kelepçekirin li çolê gerandin. Ciwanê ku duh ve agahî jê nayê girtin, malbata wî di fikara "Kuştinên ne diyar" de ye. Ji hêla din ve walîtiyê her du welatî wekî "Terorîst" îlan kirin û vê yekê tirsa malbatê zêdetir kir.
Operasyona leşkerî ya li navçeya Licê ya Amedê hatiye destpêkirin, bi berfirehî berdewam dike û cih bi cih agahiyên pevçûnan tê. Di çarçoveya operasyonê de duh li gundê Beşişteyê welatiyê bi navê Osman Yalavuz bi guleya leşkeran bi giranî birîndar bû, kur apê wî Mesut Yalavuz jî piştî hat binçavkirin, tu agahî jê nayê girtin.
‘JI DESTÊ ME REVÎ, DIBE ÎNFAZ KIRIBIN’
Kekê Mesut Yalavuz, Nîmet Yalavuz der barê bûyerê de agahî da û aşkera kir ku şevê din leşker hatine gundê wan û gotine ku "Mesut ji destê me revî" û aşkera kir ku ji bo birayê xwe gelekî ditirsin û wiha pê de çû: "Duh destê wî bi piştê ve hatiye kelepçekirin û li herêmê gerandine. Li gel wî bi dehan tîmên taybet cih girtine. Çawa dibe ku ji destê wan bireve? Dibe ku leşker birayên min înfaz kiribin. Em gelekî ditirsin. Em dê serî li saziyên eleqedar bidin."
WALÎ GUNDÎ WEKÎ 'TERORÎST' ÎLAN KIR
Waliyê Amedê jî duh der barê rewşa gundê Beşişteyê de daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de bal kişnad ser Osman û Mesut Yalavuz û wiha got: "Li herêma Kalkanliyê ya gundê Beşişteyê ya navçeya Licê, li du cihên cuda bi terorîstan re pevçûn derketiye, yek jê birîndar, 2 terorîst hatine girtin."
Welatiyê ku wekî "Terorîstê" birîndar pênase dikin, bavê 4 zarokan Osman Yalavuz ê 30 salî ye û bi karê sewalkariyê re mijûl dibe, piştî ji hêla leşkeran ve hat birîndarkirin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl di beşa lezgîn de tê dermankirin.