Wezira Parastinê ya Fransa îstifa kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Parastinê ya Fransa, berî ku hikûmeta nû ya Fransa were saz kirin, îstifa kir.

Li gorî ajansên nûçeyan yên Fransa, Wezîra Parastinê ya Fransa Sîlvî Golar îstifa kir. Li bendê ye ku Serok Wezîrê nû yê Fransa Edward Phîlîp sibe hikûmeta nû ya Fransa pêkbîne û kabîneya wezîran ragihîne.
Hêj, saziya Ragihandina Fransa îstifaya Golar ne ragihandiye.