Nazli Ilicak: Ez ne dijminê Erdogan muxalîfê wî me

STENBOL - Doza ku nivîskar Ahmet Altan, birayê wî Prof. Dr. Mehmet Altan, rojnameger Nazli Ilicak û 17 rojnameger tên darizandin, bi parastina Ilicak dewam kir. Ilicak got ku "Ez ne dijminê Erdogan, ez muxalîfê wî me."

Doza ku nivîskar Ahmet Altan, birayê wî Prof. Dr. Mehmet Altan, rojnameger Nazli Ilicak, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli jî di nav de, 17 rojnamegerên tên darizandin, 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di roja duyemîn de dewam kir. Di rûniştina duh de Nazli Ilicak parastina xwe kir.

‘EZ JI MALBATEKE LAÎK TÊM’

Ilicak da zanîn ku wê li dijî derbeyê gelek nivîs nivîsî ne û der barê girtekên îdianameyê yên wekî "Dê derbeyeke teokratîk bîne" de jî ev tişt got: "Nasnameya min ji derbeyeke teokratîk re li hev tê? Ez çawa bixwazim ku yekî wek Fethullah Gulen bê ser welat. Ez ji malbateke laîk im." Ilicak got ku "Ez li dijî pêvajoya aştiyê derneketim, min operasyonên KCK'ê erênî nedît û wiha pê de çû: "Min ji bo Komanekî, hezar Hakan Fîdan tercîh kir. Ez aligirê jiyana sivîl im. Hemû jiyana min ji bo vê derbas bû."

Ilicak aşkera kir ku ew ne dijminê Erdogan, muxalîfê wî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min di tevahiya jiyana xwe de li dijî serdestiya leşkerî têkoşîn da û her gava ku xwestin pêşî li AK Partiyê bigrin, yê ku li gel wan cih girt ez bûm û her dem alîgirê demokrasiyê bûm. Qet derbekarên min nedîtiye, bi wan re na axivî me, min wekî baskê çapemeniyê didin nîşan! Însaf"