Kiliçdaroglu: Cihê ku edalet lê tune be dewlet tune

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiçidaroglu bi gotinên wekî "Ez dixwazim wekî mirov bijîm" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Heke ez bixwazim silavê bidim cîranê xwe û kesên ku ez qet nas nakim, pêwîstî bi edaletê heye. Cihê ku edalet lê tune be, dewlet jî tune. Cihê edalet lê tune be, mirov jî tune."

"Meşa edaletê" ya ji hêla Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye destpêkirin, di roja 6'emîn de berdewam dike. Kiliçdaroglu li Duryana Çamlidereyê civîna komê pêk anî û gelek kes beşdarî civînê bûn. Kiliçdaroglu got ku ez dipirsim "Çima ev meş. Ez heta dawiyê vê pirsê dipirsim. Tu ji edaletê çi dixwazî? Dema yek rastî niheqiyê hat, tuyê wê demê behsa bêedaletiyê bikî? Parastina edaletê mafê me hemûyan nîne? Ez vê bêjim, hemû pêxember alîgirên edletê bûne. Edalet peyveke ew qas bi nirx e. Ez ji bo xwe nameşim. Ez ji bo her kesê ku edletê dixwaze, ji bo hemû mazluman dimeşim. Kê/î ji edaletê bi gazin be, kê di nav bendewariya edaletê de be, ez aliyê wan im û heta dawiyê diparêzim. Ev peywira mina mirovî ye."