ÎHD: Deriye kampên penaberan ji lekolînê re vekin

ÎZMÎR - Komeleya Pira Gelan a Îzmîrê bi minasebeta 20'ê Hezîranê roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da û xwest mafên penaberan ên welatiya wekhev bê naskirin. ÎHD'ê jî xwest deriyê kampên penaberan ji lêkolînê re bê vekirin.

Komeleya Pira Gelan, bi minasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê li koleyea xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên komeleyê nûnerên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) amade bûn. Di civînê de Serokê komeleyê Cem Terzî rapora bi ser navê "Rapora Penaberan a Tirkiye; Çawa em bûn welatê herî zêde penaberan vedihewînin? Divê em çi bikin?" ku ji 180 rûpelan pêk tê bi raya giştî re parve kir. Terzî, bal kişand ser peymana mafên ku Peymana Tirkiye ya Neteweyên Yekbûyî û wiha got: "Tirkiye tevî hemû rexneyan lmi şûna mafê "Penaberiyê" statuya demborî da. Tirkiye bi vî şiklî tenê dikare bi biryara Lijneya Weziran hemûyan dersînor bike. Ji ber vê biryarê penaberên Sûriyeyî nikarin mafê serlêdana parastina navneteweyî bikin. Bi vî rengî mafê milyonan penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiye hatiye binpêkirin û astengkirin. Penaber her dem tên mexdûrkirin. Divê mafê wekheviya hemwelatiyê bê dayîn. Divê êdî penaber rastî cudakariyê neyên. Wekî ên din neyên dîtin. Divê di serlêdana welatîbûnê de ji bo her kesî mafê wekhev bê dayîn.

ÎHD: LI KAMPÊN PENABERAN ÇI DIBE NE DIYAR E

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Endamê Komîsyona Penaberan a ÎHD'ê Mehmet Aker, diyar kir ku mirov ne bi daxwaz û bijartinê dibin penaber û wiha got: "Mirov ji ber zor û zextan dibin penaer. Li gorî Rapora Neteweyên Yekbîyî; di sala 1996'a de kesên bi zorê bûne penaber 37.3 milyon e. Di sala 2016'an de jî 65.3 milyon mirov penaberin. Li Tirkiye nêzî 4 milyon penaberên Sûriyeyî hene. Ji sedî 10 penaerh li kampan dimînin. Niha li van kampan çi dibe çi nabe nayê zanîn. Li kampan gelek mafên mirovan tên ihlalkirin. Divê deriyê kampên penaberan ji saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan re bên vekirin.