STENBOL – Gelek nivîskar û rewşenbir, di pêşengiya TÎHV'ê de bi armanca piştgiriyê bidin Akademîsyen Nuriye Gülmen û Semih Ozakça yên 104 rojin di greva birçîbûnê de ne, li Odeya Tabîban a Stenbolê daxuyanî dan û xwestin demek berî demekê daxwazên wan pêk bên.
Gelek nivîskar û rewşenbir di pêşengiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) de, bi armanca piştgiriyê bidin Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 104 rojin di greva birçîbûnê de neli avahiya Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapeeniyê pêk anîn. Toplantıya, Di civinê de hevsera Ozakça Esra Özakça dayika wî Sultan Ozakça, Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, Hunermend Edip Akbayram, lîstikvan Îlyas Salman û gelek hunermend, siyasetmedar amade bûn. Li salona civînê pankarta “Greva birçîbûnê di roja 104'an de ye" vekirin û wêneyên Gulmen û Ozakça vekirin. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, diyar kir ku daxwazên Gulmen û Ozakça daxwazên pir mirovî ne û xwest daxwazên wan bi lezgîn pêk bên.
Endamê heyeta ji bo Ozakça û Gulmen hatiye avakirin û parazvanê mafê mirovan Akin Birdal jî diyar kir ku Gulmen û Ozakça ji bo mafê xwe û bi rûmeta xwe li ber xwe didin û xwest li lezgîn daxwazên wan pêk bê. Bîrdal, anî ziman ku ji bo daxwazên Gulmen û Ozakça pêk binin heyet avakirine û ji kelema taybet a Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş randevû xwestine. Bîrdal, ani ziman ku ji bo dengê wan bê bihîstin û daxwazên wan pêk tê dê heta dawî li mafê wan bigerin û bi israr bin.
Hunermend Deniz Turkalî, Edip Akbayram, Hevsera Yilmaz Guney Fatoş Guney, Atilla Dorsay, Dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça, Hevsera Semih Ozakça Esra Ozakça, Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecioglu û Prof. Dr. Gencay Gürsoy jî heman daxwaz anîn ziman û xwest daxwazên Gulmen û Ozkaça li ber çavan bên girtin û serbest bên berdan.