AMED – Polîsan li navçeya Licê bi maşîna zirxî li otomobîlê qeliband û 5 welatiyên sivîl qetil kirin.
Polîsan li deşta Fîsê ya Licê ya Amedê bi maşîneya zirxî li otomobîla sivîlan qeliland. Di bûyerê de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di maşîneya zirxî de jî 5 polîs birîndar bûn.
Dûh jî li heman heremê maşîneya polîsan li otobusa rêwiyan qelibî bû û 2 welatiyan jiyan xwe ji dest dabûn û 18 kes jî birîndar bûbûn.