Di teqîna li Babê de 2 leşkerên OSO mirin 12 birîndar bûn

BAB - Li Babê endamên DAÎŞ'ê bombeya destan avêtin fermangaha Tumenê ya Siltan Murat a girêdayê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO). Di êrîşê de 2 fermandar mirin 12 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyên rayedarên OSO, li bajarê Babê, endamên DAÎŞ'ê di saetên nîvro de bombe avêtin civîna ku li fermangeha rêxistina Siltan Mirad pêk hat. Di êrişê de 2 fermandarên OSO Ebû Hîlal el Hûmûsî û Ebû Omer el Nemr mirin. 12 leşkerên OSO jî birindar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajarê Kilisê. Leşkerên birindar bûn birîna wan giran e. Tê diyar kirin ku DAÎŞ'ê erîş pêk anîye.

OSO ku bi hevkariya TSK'ê şer dikir, di 23'ê Sibata 2017'an de Bab ji rêxistina DAIŞê rizgar kiribû.