MÊRDÎN - Li Taxa Akçakayaya Midyadê hat îdiakirin ku jina bi navê Besiye B. întihat kiriye.
Li Taxa Akçakaya ya Midyada Mêrdînî hat îdiakirin ku, jina bi navê Besiye B. (28) întihar kiriye. Hat derpêşkirin ku, Besiye B. a ev 15 sal e zewicandiye û dayika 3 zaroka ye, bi demançeyê întihar kiriye.
Besiye B. a xizmên wê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê, hat zanîn ku piştî mudaxileya ewil ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Ji ber rewşa Besiye B. giran bûye hat zanîn ku, ji Mêrdînê ew şandine Nexweşxaneya Amedê, lê li gel hemû mudaxileyan jî nehatiye xelaskirin.
Cenazeyê Besiye B. ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û ji bo ronîkirina bûyerê dozgerî lêpirsîn da destpêkirin.