Qeyûm nahêle esnaf dezgehên xwe vekin



WAN
- Esnafên ku ji bo cejnê dezgehên xwe vekirin, rastî astengiya qeyûm hatin. Zabiteyan got fermana qeyûm e û esnafan ji ser Kolana Cûmhûriyetê rakir.

Li Kolana Cûmhûriyetê û Kuçeya Hunerê ya Wanê esnaf tim bi astengiyên qeyûm re rû bi rû dimînin. Esnafên ku ji Cejna Remezanê dezgehên xwe vedikin yeko yeko dezgehên wan tên rakirin. Zabite ji esnafan re dibêjin 'fermana qeyûm' e û dibêjin "Sala çûyîn me eleqedar nake. Fermana qeyûm e, em ê hemûyan rakin."