MÊRSÎN - Bi desptêkirina betlaneya dibistanan, bi hezaran zarok ji ber xizaniyê ji neçarî berê xwe didin nav zeviyan, atolyeyên pîşesazî û tekstîlan. Zarokê bi navê E.D. wiha got: "Heke firsend bê dayîn, ez ê niha dev ji kar berdim û vegerim dibistanê."
Nêzî 18 milyon xwendekarên dibistana seretayî, navîn û lîseyê karne wergirtin û dibistan ketin betlaneyê. Ji van xwendekarên zarok gelek jê ji bo betlaneyê berê xwe didin cihê betlaneyan, lê zarokên malbatên rewşa wan a aborî nebaş jî berê xwe didin kargehan. Hin zarok ji bo xercaneya xwe û hin jê jî ji bo alîkariya malbatên xwe bikin, li atolyeyên pîşesazî, tekstîl û li nav zeviyan dest bi kar kirin. Zarokên ku kar bi dest wan neket jî, li kuçe û kolanan dest bi firotina av û simîtan kirin.
‘MECBÛR IM BIXEBITIM'
Xwendekarê dibistana navîn D.K., ku li tamîrxaneya otoyan a li Sîteya Pîşesaziya Mêrsînê dest bi kar kir, dibêje ku ew betlaneya xwe bi xebatê derbas dike. K., diyar kir ku wî îsal pola 7'emîn kuta kiriye û derbasî pola 8'emîn bûye. K., anî ziman ku wî pola xwe derbas kiriye û li ser xwesteka xwe wî li pîşesaziyê dest bi xebatê kiriye. K., got ku ew mecbûr e bixebite û wiha axivî: "Ev du sal in her ku dibistan dikeve betlaneyê, ez li pîşesaziyê şagirtiyê dikim. Ez li ser daxwaza xwe dixebitim û piştevaniya malbata xwe dikim. Heftaneya min 80 lîre ye. Hem xercaneya xwe bi dest dixim hem jî piştevaniya malbata xwe dikim."
‘HEKE PEREYÊ MIN HEBE EZ Ê BIXWÎNIM'
K., anî ziman ku dibistana ku ew lê dixwîne piraniya xwendekarên wê wek wî zarokên malbatên xizan in û wiha diyar kir: "Ez li navçeya Akdenîzê li Dibistana Navîn a Taxa Çayê dixwînim. Li vê dibistana ku lê dixwînim, gelek xwendekarên ku wek min mecbûr in bixebitin hene. Em zarokên xizana ne û mecbûr in bixebitin." K., diyar kir ku pir şansekî wan ê hilbijartinê tune ye û heke dibistan tune be ew ê bixebitin û wiha got: "Qet nebe bila li ber destê me pîşeyek hebe." K., dest nîşan kir ku ew 5 xwişk û bira ne û ji ber rewşa aborî ew dixwaze bibe xwediyê pîşeyekî û wiha axivî: "Heke pereyê min hebûna min ê bixwendana. Heta min dixwest bibim mamoste û zarokan perwerde bikim."
‘ÎSAL MECBÛR IM KU DEV JI DIBISTANÊ BERDIM'
E.D., yê ku zarokê malbateke 10 zarokiyî ye diyar kir ku ev du sal in her ku dibistan dikeve betlaneyê ew berê xwe dide pîşesaziyê. E.D., dest nîşan kir ku ji bilî îsal pêvtir tu şansekî malbata wî tune ye ku wî bide xwendin. D. wiha axivî: "Êdî malbata min nikare min bide xwendin. Rewşa aborî ya malbata min tune ye, hema bêje nanê jî tune ku em bixwin. Min jî biryar da ku êdî nexwînim. Ji bo alîkariya malbatê ez mecbûr im ku bixebitim." D., diyar kir ku ew li tamîrxaneyeke otoyan dixebite û heftaneya wî 170 lîre ye û wiha domand: "Tenê ji heftaneya xwe 20 lîreyî ji bo xwe vediqetînim û yê din jî didim malbata xwe. Xebata li pîşesaziyê zaf zor e, lê mecbûr im."
‘HER SERDEMÊ SPASNAMEYÊ WERDIGIRIM'
D., dest nîşan kir ku dersên wî zaf baş in û ew her serdem spasnameyê werdigire. D. wiha got: "Di nav dersan de matematîka min zaf baş e. Aqlê min digire. Heke firsendê bidin min ez ê niha dev ji karê xwe berdim û dibistana xwe bidomînim. Ez ji tamîrkeriya otoyan fêm dikim, heta ez ê bibim hoste jî. Lê dixwazim bibim hesabgêr. Karê li ser maseyê baştir e. Lê heke kesek bê û bêje ez ê ji bo xwendinê piştevaniya te bikim, ez li pêyî xwe jî nanihêrim û ez ê dev ji kar berdim û biçim."