EDENE - Îdianameya der barê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat Girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan de hat amadekirin. Îdianameya ku piştî 9 mehan şûnde hat amadekirin ji 3 rûpelan pêk tê û dê danişîna yekemîn di Cotmehê de be.
Dozgerê Komarê Mehmet Hîkmet Avar, piştî 9 mehan şûnde îdianameya der barê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ku bi "Propaganda û endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, amade kir. Dosyeya lêpirsînê ya Şîrîn û Çoban berê bi ya hin kesên din re hatibû yekkirin, lê derket holê ku paşê dosyeya wan ji ya wan kesan hatiye veqetandin.
Îdianame ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de parvekirinên civaka medyayî, Kovara Ozgur Halkê û nameyeke ku ji girtîgehê hatiye şandin wek delîlên sûcî hatin hesibandin û der barê Çoban û Îlkan de bi tawanbariyên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. Dê Îlkan û Şîrîn piştî salekê derkevin pêşberî dadwer. Danişîna doza Îlkan û Şîrîn di 12'ê Cotmehê de ye.
'PIŞTÎ 9 MEHAN ŞÛNDE ÎDIANAMEYEKE 3 RÛPELÎ HAT AMADEKIRIN'
Îdianameya ku di 9 mehan de hat amadekirin ji 11 rûpelan pêk tê û ji van rûpelan 7 jê tenê li ser damezrandina PKK'ê û fealiyetên wê rawestiyaye. Di îdianameyê de rewşa Çoban ku nexweş e nehatiye diyarkirin. Her wiha di dema binçavkirinê de 3 kovarên Ozgur Halkê li ser Çobanê hatibûn dîtin û hat îdiakirin ku kovar qedexe ye. Di îdianameyê de ev kovar wek delîla "Propagandaya rêxistinê" hatine nirxandin.
'PARVEKIRINA FIKRÊN OCALAN SÛC E'
Çobanê li ser civaka medyayî gotinên Ocalan parvekirine, wêneyên kesên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane parvekirine û wek şîrove li bin "şehîd û gerîlla" nivîsandiye. Di îdianameyê de ev parvekirin wek sûc hatine hesibandin û wek delîla "Endamtiya rêxistinê" hatine nîşandan.
'NAMEYA JI GIRTGEHÊ HAT ŞANDIN JÎ SÛC E'
Her wiha di îdianameyê de nameya ku Ûfûk Kûrtûlmaz ji girtîgehê ji Îlkan re şandiye jî wek delîla sûcî hatiye hesibandin. Nameya ku ji aliyê komîsyona xwendinê ya girtîgehê ve hat şandin û wek unsûra sûcî nehatiye dîtin, ji aliyê meqama îdiayê ve wek sûc hat hesibandin.
Di îdianameyê de, lîsteya aîdatê ya heftane ku Îlkan ji bo belavkirina rojnameyê amade kiribû jî sûc hat hesibandin û hatiye dest nîşan kir ku bi vê yekê "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatiye kirin.